Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
- jin
- 15:13 17/3/2021
Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî kes û gotinên ku jinên siyasetvan dikin armanc dest bi kampanyaya îmzeyê ya bi navê "Hay ji gotinên xwe hebin" kirin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî kes û gotinên ku jinên siyasetvan dikin armanc dest bi kampanyaya îmzeyê ya bi navê "Hay ji gotinên xwe hebin" kirin.
Hasan Tûnçlar ê li ser medya civakî tacîzî keça xwe kiribû hat girtin.
Hasan Y. ku keça xwe tacîz kiribû û dîmenên vê kêliyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiribû hat binçavkirin.
Endama Partiya Meclîsê ya HDP'ê Zelal Yerlîkaya, diyar kir ku bi ruhê 8'ê Adarê amadekariya Newrozê dikin û got: "Li dijî hemû êrîşan, em ê cardin bi coş û berxwedana 8'ê Adarê qadan tije bikin."
Li navçeya Cizîrê çanda lixwekirina çarikên reş a ku bi salan e berdewam dike, tê gotin ku ji bo şîna mirina Zînê jin van çarikên reş li xwe dikin. Ji wê rojê ve heta roja me hatiye û ev çanda lixwekirina hîzarê li navçeyê balê dikişîne ser xwe.
Li Londonê, bi hezaran jin, ji bo Sarah Everard a ji aliyê polîs Wayne Couzens ve hat qetilkirin, daketin kolanan.
Mûstafa Yandi, bi awayekî derûnî û fizîkî tahde li Parêzer Betul Çetînê kiribû. Çetînê jî giliyê wî kiribû û 20 hezar TL tazmînat wergirtibû. Çetînê tazmînata ku wergirt ji bo jinên ku tahde li wan tên kirin xerc kir.
Nûray Abay a 75 salî ku nêzî 30 sal in her sal xwe bi xwe kincên xwe didirû û bi van kincan tev li pîrozbahiyên Newrozê dibe. Abay got: "Heya sax bim ez ê biçim Newrozê. Ez evîndarê Newrozê me. Newroz roja vejînê ye."
Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, anî ziman ku îqtîdar di polîtîkayên dijminatiya jinê de êdî nikare bi ser bikeve û wiha got: "Ji ber ku êdî têkoşîna jin pir xurt bûye. Pîrozbahiya 8'ê Adarê nîşaneya vê yekê bû. Biryara me ya têkoşînê her ku diçe zêde dibe."
Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê, li ser onlîne bi jinên Fîlîstînî re kom bûn. Jinan xwest nirxên hevpar ên dîrokî yên Rojhilata Navîn li ber çavan bên girtin û jin bêyî van nirxên dîrokî ji bîr bikin, bi hevre têbikoşin.
Li navçeya Mîlasê, jina bi navê Bensû Narli ji aliyê kesê bi navê Serhat Kantaş ku hat angaşkirin hevalê wê ye ve hat kuştin.
Di encama tundiya zilaman de li Îzmîrê jinek birîndar bû û Kadîr Yuksel ê trans hat kuştin, li Stenbolê jinek hat kuştin û li Dîlokê jî jinek û sê zarokên xwe ji aliyê Firat T. ve rehîn hatin girtin.
Li gorî nexşeya “Di Siyaseta 2021'an de Jin" Tirkiye di nava meclîsên welatên cihanê de ji rêza 122'an daket rêza 129'an û paşve çû.
Li Dîlokê 4 jinan bi hevdu re kuçeya dîrokî bi muzîkê şên kirin. Jin, li Mala Hunerê ya Lîlîthê, hem distrên hem jî perwerdehiya muzîkê didin.
Hat angaştkirin ku zaroka 17 salî ya di 8’ê adarê de hatibû angaştkirin ku întihar kiriye, hatiye kuştin. Hat hînbûn ku beriya ku jiyana xwe ji dest bide malbata zarokê bi zorê “testa keçaniyê” pê daye kirin.