Wekilên jin ên HDP'ê: Bila tundiya li dijî jinê bê lêklînkirin
- jin
- 12:45 25/11/2020
Wekilên jin ên HDP’ê, pêşniyarnameyên cuda dan meclîsê û xwestin tundî û binpêkirina li dijî jinê bê lêkolînkirin.
Wekilên jin ên HDP’ê, pêşniyarnameyên cuda dan meclîsê û xwestin tundî û binpêkirina li dijî jinê bê lêkolînkirin.
Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Kandirayê girtine, bi boneya 25'ê Mijdarê peyam şandin û bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundiyê.
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Berktay, anî ziman ku AKP dixwaze civakê li dora malbatê li gorî xwe bi teşe bike û ji bo vê yekê jî jina li pêş pergala wê dibe asteng dike hedef. Berktay, destnîşan kir ku pergala serdest dixwaze jin û civaka ku li pêş pergala wê dibe asteng dixwaze dîl bigire. Berktay bal kişand ser pergala Hevserokatiyê û got: "Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye."
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye afîşên bo boneya 25’ê Mijdarê li bîllboardan daliqand peyamên zayendperest dide.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû derpêş kiribû ku jinên tahde li wan tê kirin serî li qereqol û midûriyetên polîsan nadin. Handan Aşkin ku bi tahdeya mêrî re rûbirû mabû, bersiva Soylû da û got: "Arvanê xwe li aş dike. Min sê caran serlêdan kir, lê we ez neparastim. Gelo haya te jê heye?"
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got "Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse" û anî ziman ku qirkirina li hemberî jinan tu hidûd û sînoran qebûl nake, lê belê jin bêyî paşve gav bavêjin têkoşîna xwe didomînin.
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin.
Meclîsên Jinan a HDK’ê bang li jinan kir ku 25’ê Mijdarê li qadan bin û gotin ew ê serî li ber tundiya “zilam-dewletê” netewînin.
Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinan a HDP’ê û Berdevka Jinan a Partiya Keskan a Almanyayê Rîcarda Lang di civîna onlînê de, derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan fikir û ramanên xwe parve kirin.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora herêmê ya di navbera 25'e Mijdara 2019 û 25'ê Mijdara 2020'an de aşkere kir û diyar kir ku li herêmê herî kêm 42 jin hatin qetilkirin û 35 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Fatma Taşli li hember tundî û zextên pê re rûbirû maye bi pirsa “ez çima vî derdî dikişînim” serî radike û piştî xwendin û nivîsandinê hîn dibe jiyana dinivîsîne û dike pirtûk û bi pêşkêşiya bernameyek televîzyonê jî ji têkoşîna jinan re dibe mînak.
Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî, tecawizî beytar Ç.B.'yê kiribû. Bîlgîlî û du kesên aliyê wî kiribûn dê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Ser Jinê de bê darizandin.
Endama Platforma EŞÎK'ê Tulîn Kesîktaş, bang li Meclîsê kir ku di çaçroveya 25'ê Mijdarê de ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê danişîneke taybet li dar bixe û peywira xwe ya venêranê pêk bîne.
Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza Çîgdem Gursoy, diyar kir ku ji bo ku ew li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan têbikoşin û wekheviya zayendî ya civakî belav bikin ketin rê û wiha got: “Êdî jin di malên xwe de ne di ewlekariyê de ne. Em dixwazin ji bo vê asta têkoşînê mezin bikin.”
Li Edeneyê û Stenbolê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji bo jinên girtî kartên piştevaniyê hatin şandin.