Jinan li 4 navçeyên Amedê bang kirin: Îqtîdar êdî nikare rê li pêş têkçûna xwe bigire
- jin
- 16:47 07/6/2020
TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li Çinar, Bismil, Farqîn û Erxaniyê betalkirina wekîltiya Leyla Guven û Musa Farisogullari û girtina wan şermezar kirin û gotin: "Îqtîdar bi polîtîkayên zext û zordariyê nikare rê li pêş têkçûna xwe bigire. Em wekî rêhevalên Leylayê carek din dibêjin ku hûn nikarin vîna gel û jinê teslîm bigirin."