Jin dê li Îskenderûnê dakevin qadan
- jin
- 09:10 01/3/2020
Berdevka Platforma Jina ya Îskenderûnê Feyrûz Gor, anî ziman ku jin hêzê ji hev digirin û bi vî awayî têkoşîna xwe mezin kirine û got, ji bo parastina mafên xwe yê jiyanê ew ê li qadan bin.
Berdevka Platforma Jina ya Îskenderûnê Feyrûz Gor, anî ziman ku jin hêzê ji hev digirin û bi vî awayî têkoşîna xwe mezin kirine û got, ji bo parastina mafên xwe yê jiyanê ew ê li qadan bin.
Behiye Sevîm ku du zarokên wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û 2 zarokên wê jî girtîne, ji bo 8'ê Adarê bi kilamekê bang li jinan kir ku dakevin qadan.
Meclîsa HDP'ê û TJA'yê li Şirnexê starta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê dan.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê, wê di 8’ê Adarê de, li dijî kesên qezencên jinan dikin hedef li qadan bin.
Wesîle Dînç a di 14 saliya xwe de zewici û niha dayika 7 zarokan e li gel temenê xwe yê 50 salî jî ev 5 sal in li kuçeyên Amedê bi erebeya xurdevaniyê şûşeyên plastîkî dide hev û debara malbata xwe bi vê rêbazê dabîn dike.
Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA’yê, li navçeya Nisêbînê starta bernameya 8’ê Adarê dan.
Platforma Jinan a Mêrsînê, bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşker kir û li qadan bêjin “Êdî bese.”
Jinên stenbolî, wê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar de li dijî komkujiyên jinan û şidetêê dakevin kuçeyan. Jinan, daxwazn xwe yên ji bo wkehevî û azadiyê cardin dubarekirin û gazî hemû jinan kirin ku dakevin qadan.
Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel di şahiya TJA’yê de, diyar kir ku ku dixwazin jin li her derê bin û got: “Em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin, mîtînga xwe li dar bixin. Bila hemû jin bi cil û bergên xwe, bi laçikên xwe yên spî bên qadan.”
Platforma Jinan a Dersîmê starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li ser Pira Dînar a ku lê li Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Guristan Doku ya 58 rojin winda bûye digerin, dan.
Qaymeqamiyê Ceyhanê, bi hinceta vîrusa koronayê ku bi awayekî fermî li Tirkiyeyê neyatiye tespîtkirin, serlêdana jinan a ji bo şahiya 8'ê Adarê red kir.
Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyar kir. Meclîsa jinan wê bi dirûşmeya "Em jin di azadiyê de bi israrin, di têkoşînê de bi biryarin" li bajarên herêm û Tirkiyeyê çalakiyên cur bi cur li dar bixe.
Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê û TJA’yê starta çalakî û şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da û dê di 8’ê Adarê de mitîng li dar bixin.
Rêxistina HDP'ê dê di 23'ê Sibatê de 4'emîn Kongreya Asayî ya mezin li dar bixin. Têkildarî kongreyê Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemir, diyar kir ku dê têkoşîna azadiya jinê mohra xwe li feraseta rêveberiyê bixe û wiha got: "HDP namzetê rêveberiya vî welatî ye. Em dixwazin hemû jin li gel hev siyasetê bikin."
Aktivîstên TJA'yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Qelqelî û Serayê bi jinan re hatin civiyan.