Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
- jin
- 10:28 15/9/2024
Hejmara 81’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Bi ziman û govenda xwe em ê rê nedin faşîzmê” derket.
Hejmara 81’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Bi ziman û govenda xwe em ê rê nedin faşîzmê” derket.
Saziyên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bang li hemû jinan kirin ku serhildana "Jin Jiyan Azadî" hembêz bikin û xwedî lê derkevin û gotin: "Em bi dengê xwe, bi dirûşmeyên xwe û bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan."
Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz diyar kir ku ew ê xwedî li serhildana "Jin, jiyan, azadî" derkevin û li 365 rojan belav bikin û got: "Divê em 16'ê Îlonê diyarî azadiya jinê bikin. Ji bo vê jî divê em bitêkoşin, ji lew re ev felsefe ancax dikare wê rojê watedar bibe."
Meclisa Jinan a DEM Partiyê danezana encama Konferansa Rêxistinkirinê ya Jinan ku du rojan berdewam kir, aşkere kir. Di danezanê de hate diyarkirin ku têkoşîna azadiyê ya jinan dê di Rêya Sêyemîn de bê bilindkirin.
Şaredariya Peyasê, 5’emîn Hevdîtina Keda Jinê pêk anî. Di hevdîtinê de jinan diyar kirin ku hem dixebitin hem jî bi hev re di piştevaniyê de ne.
Akademîsyen Meryem Negîn diyar kir ku çalakiyên “Jin jiyana azadî” çalakiya ewil bû ku li cîhanê belav bû û got: “Ocalan ji bo dîroka jinan ronî bike, agir vêxist. Jinên li Îranê jî vî agirî geş û gur kirin.”
Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Baroya Mêrdînê de ji bo alîkariya edlî û xizmetên şêwirmendiyê ya bi jinên rastî tundiyê hatin re, protokol hate îmzekirin.
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê jî diyar kir ku yên di kuştina Narîn Guranê de çavên xwe ji qetlîamê re girtine bi qasî kujerên berpirsyar in û wiha got: "Çima colek kujer tên parastin?"
Aktîvîst Shaghayegh Noruzî destnîşan kir ku li Îranê pirsgirêka bingehîn ne por an jî cil û berg in lê rejîma ku ser laşê jinê desthilatê ava dike ye û wiha got: “Felsefeya 'Jin, jiyan azadî' ya li Kurdistanê derketî, gihişt dilê Îranê Tehranê."
Salvegera qetilkirina Jîna Emînî û berxwedana piştî wê dest pê kir nêzîk dibe. Şîlan Haşimî ya ku di berxwedana “Jin jiyan azadî” de çavek wê kor bû got: “Çavê min î din jî kor bibe, ez ê di 16’ê Îlonê de li kolanan bim.”
Endama Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat diyar kir ku polîtîkaya dîzaynkirina jiyana jinan a îktîdarê dibe sedem ku qetilkirina jinan zêdetir bibe û wiha got: “Weke rêxistinên jinan divê em xeleka xweparastinê bêhtir mezin bikin û têkoşîneke birêxistinkirî bimeşînin.”
Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku sedema mirina jin û zarokên welêt îktîdar e û wiha gotin: “Ji bo xwedî li jiyana xwe derkevin em mecbûr in têbikoşin. Em ê bibin dengê Narînê, Rabîa Nazê, Gulistan Doku.”
Endama TJK-E’yê Done Guzel diyar kir ku armanca kampanyaya “Tîrejên Rojê” ku starta wê li Ewropayê hate dayin, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Guzel, got ku dê di tevahiya salê de bi meş, mitîng û hevdîtinên bi gel re li qadan bin.
Li Girtîgeha Evînê 5 jinan red kirin ku îfadeyê bidin dozger.
Seroka Komeleya Ji Ewil Zarok û Jin Mujde Tozbey got ku bi roja ye îktîdarê Narîn Guran nedît û divê hesaba vê bide. Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Huriye Hamîdî jî got ku tu polîtîkayên îktîdarê yên ji bo pêşîlêgirtina mirinan tune ne.