• img

    Ji ber taxim li xwe kir cezayê zilamê ku Kader Ozdemîrê kuşt hat daxistin!

    • jin
    • 09:15 14/4/2018

    Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Wanê, cezayê muebetê yê li Halît Çançînê ku hevjîna xwe Kader Ozdemîrê kuşt daxist 25 salan. Dadgehê ji bo vê yekê jî ev hincet berpêş kirin: "Mara wî ya fermî tune ye", "Sersaxiya ji bo malbatê" û "Poşmanî". Dê parêzera malbata Ozdemîr serî li Dadgeha Îstinafê bide.

  • img

    Bi piştevaniya jinan bûn xwedî kargeh

    • jin
    • 09:15 13/4/2018

    Dêrsîmî eleqeyeke zêde nîşanî nanê şikeva yê tenik ên ku Gulgen û Neşe Ataşê çêdikin didin. Nanê tê çêkirina heta derveyî welat diçe û piştevaniya van jinan ji bo gelek jinan dibe mînak.

  • img

    Jinên li hemberî bûyerên îstismarê meclis ava kirin: Wê tu sûc di tarîtiyê de nemine

    • jin
    • 09:12 13/4/2018

    Li Mêrsînê komek jin li hemberî şideta zayendî, îstismarkirin û cinayetên jinan meclîs ava kirin. Jinan got: “Heta ku hemû bûyerên îstismarkirinê neyên ronîkirin em ê bitêkoşin.”

  • img

    Li dijî modeya yektîpî, vegera ser koka xwe

    • jin
    • 09:17 12/4/2018

    Fatma Şenel a ji dayîka xwe hînî terzîtiyê bû, piştî li Wanê bi cih bû, li dijî modeya yektîpî dest bi dirûtina cilên herêmkî kir. Şenel bêyî ku pişta xwe bide kesekê, bi çêkirina berên xwe kêfxweş dibe û hewl dide keda xwe xuyangtir bike.

  • img

    Jinên ku dixwazin karê xwe ava bikin Komeleya BizBizze ava kirin

    • jin
    • 09:27 11/4/2018

    Komeleya BizBizze, bi armanca piştgiriyê bidin, peyaner, jin û dildarên jiyana civakî û aborî, lez dan xebatên xwe. Seroka Komeleyê Ozden Anik Tekîr, diyar kir ku jinên dixwazin karekî saz bikin dê bi dildarî û kêfxeşî bibin alîkar.

  • img

    'Îktîdar dê bi xesandina kîmyewî aporeyê xwe biparêze'

    • jin
    • 11:51 10/4/2018

    Berdevka Platforma Jinan a Axtamar a Wanê Seher Kadiroglu Ateş, der barê zagona "Xesandina Kîmyewî" ku duh pêşkêşî meclîsê kirin, diyar kir ku her îktîdar ji bo aboreyê xwe (Sapik) biparêze li gorî xwe zagonan seredast dike û ev yek ne çareserî ye.

  • img

    Lêkolîner Şîmşîr: Li Dersimê navê mêran li gelek ziyaretên jinan hatiye kirin

    • jin
    • 09:23 08/4/2018

    Lêkolîner Ayten Şîmşîr, destnîşan kir ku piştî demekê navê mêran li gelek ziyaretên li Dersimê hatiye kirin, lê belê ev ziyaret di asasê xwe de yên jinên evliya ne. Şîmşîr ji bo 4 jinên evliya yên hatin tespîtkirin jî got: “Tê diyarkirin ku ev ziyaret ji çanda xwedavendan mane.”

  • img

    Jin ked û çanda xwe dîtbar dikin

    • jin
    • 11:26 07/4/2018

    Jinên ji bo Mîhrîcana Gîha ya Alaçatî diçin serê çiyan û zinaran gîha kom dikin, tînin mîhrîcanê difiroşin. Jin bi vî awayî li aliyekê çanda herêmên xwe û li aliyê din jî keda destê jinan dîtbar dikin.

  • img

    Tekiner: Ji bo îktîdar ji dest wan neçe bi ser jinê de diçin

    • jin
    • 09:07 06/4/2018

    Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ Zûhal Tekîner, diyar kir ku di serdema AKP’ê de istismara zayendî zêde bûye û sedema vê yekê jî, îktîdar dixwaze bi tundiya li ser jinê rêveberî û îktîdarê di kontrola xwe de bihêle. Tekîner bi lêv kir ku bi kimyaya civakê tê lîstin û rolên gerdîşî wekî pîvanên îslamê bin tên rewakirin.

  • img

    MKGP: Banga têkoşîna hevpar li rojnamegeran kir

    • jin
    • 15:16 04/4/2018

    MKGP’ê operasyona duyemîn a binçavkirina xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku ji aliyê TMSF’ê hat desteserkirin şermezar kir û banga têkoşîna hevpar li rojnamegeran kir.

  • img

    Buldan: Ocalan gotibû 'ez bi fikarim bibim endamê welatekî ku ew qas jin lê tên kuştin'

    • jin
    • 11:18 04/4/2018

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, diyar kir ku dema çûn Îmraliyê rojek berî wê li Amedê jinek ji ahiyê hevserê xwe ve hatibû kuştin û wiha got: "Roja me bi Ocalan re hevdîtin kir rojeva Birêz Ocalan a sereke kuştina wê jinê bû û got 'Li welatekî ku ew qas jin lê tên kuştin, ez bi fikar im bibim endamê welatekî wisa.'"

  • img

    'Bi dil û can karkirin, serkeftinê bi xwere tîne'

    • jin
    • 09:21 04/4/2018

    Zehra Şahîn a li navçeya Çukurovayê hilberîna sabûnan dike û difiroşe wiha got: “Ger hûn zimanê karê xwe fam bikin, bi dil û can nêzî kar bibin, hûnê bi ser bixin.”

  • img

    Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in

    • jin
    • 10:09 02/4/2018

    Koordînatora Filmmor Melek Ozman, diyar kir ku bi jiyana jinê re reng û zimanê sînemayê jî diguherînin û got: “Ên ku beşdarî 16’emîn Mîhrîcan Filman a Jinên Fîlmmor a Seyar a Nevneteweyî bibin dê şensek wiha bi dest bixin.”

  • img

    Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin

    • jin
    • 09:33 02/4/2018

    Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê piştî li Stenbolê hat avakirin, armanc dikin ku li dijî tundî û desthilatdariya mêr xwe li 81 bajarên Tirkiyeyê bi rêxistin bikin. Endamên Meclîsê, diyar kirin ku dê di her qadê jiyanê de têkoşînê pêş bixin.

  • img

    ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’

    • jin
    • 09:16 01/4/2018

    Reşîde Kahya ku di înternetê de hînî çêkirina pitikên honandî bû û tevî 3 hevalên xwe dest bi çêkirina wan kir got: “Dema jin tiştekî hildiberîne hesteke xweşik li mirov peyda dibe.”

LÊGERÎN