'Gava mijar dibe jin ked xuya nake'
- jin
- 11:05 19/10/2017
Naîde Uçar ku 20 sal in di zeviya Hinaran dixebite, diyar kir ku ji ber giraniya kar li pişt û stuyê wê fitiq peyda bûye, lê belê tevî vê yekê jî keda jinê nayê dîtin.
Naîde Uçar ku 20 sal in di zeviya Hinaran dixebite, diyar kir ku ji ber giraniya kar li pişt û stuyê wê fitiq peyda bûye, lê belê tevî vê yekê jî keda jinê nayê dîtin.
Parêzer Ceren Şîmşek diyar kir ku heke Dadgeha Bilind der barê dosyaya Hatîce Kaçmaz a ku dadgeha herêmî biryara "bi zanebûn kuştiye" xirab bike, dê bibe biryareke emsalî û wiha got: "Heke biryar xirab bibe, ew mêrê ku Hêlîn kuşt, dê pêşî li darizandina wî jî vebe."
Du jinên binavê Sevgî Yilmaz û Saadet Kaya, li dijî têgîna “Jin nikarin bikin” , “Xwarinpêja Sevgî Saadet” vekirin û bi tehmxweşiya destên xwe hewl didin fast Foodlarên li bajêr ji holê rabikin.
Jinên bi armanca pêşnûmaya zagona ku erka mahrê dide muhtiyan şermezar bikin, li pêş meclîsê kom bûn, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan piştî êrîşî çalakiya jinan kir, gelek jin binçavkirin.
TTB, diyar kir ku “Kursiyê pêkanîna zîro ya vajînê” di cemaeta tipê de fikarên mezin dan avakirin û li ser tendirustiya jinê gefek mezin heye.
Kolektîfa Keda Jinan a Mêrsînê dest bi “Bernameya Perwedeya Mafê Mirovan ên Jinan” ku dê 16 hefteyan bidome, dike. Endama Kolektîfê Bînesaz Ozge Goncu, diyar kir ku ew bi bermaneya perwerdê armanc dikin ku rêxistinbûyîna jinêan xurtir bikin.
Wekîla HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, diyar kir ku bi pêşnûme qanûna erka mahrê dayîna miftiyan, dixwazin vîna jinê tune bikin û dê li dijî vê li koçeyan têbikoşîn.
Xwendekarên Jin ên Zanîngeha Înonu bertek nişanî "trambusên pembe" dan û diyar kirin ku xwendekaran ji civakê diqetînin û zorê li wan dikin ku di fanosê de bijîn. Jinan anîn ziman ku bi van pêkanînan azadiya jinê ji destê wê derdixin û daxwaza mêr li ser wan ferz dikin.
Muhsîne Taşan, li milekî terzîvaniyê û li milekî jî Hevseroktiya HDP’a Îskenderunê dike. Taşan ku têkoşîna jinê dide, diyar kir ku ger jin bixwazin dikarin hemû tiştî bikin.
Prz. Leyla Suren, têkildarî zagona ku erka mahrbirînê dide muftî û meleyan diyar kir ku ev zagon bê erêkirin dê rê li pêş zêdebûna tecawizkarên zarokan veke û rêya darizandina tecawizkaran bigire.
Jinan cenazeyê Helîn Palandoken a ku Mustafa Yetgin ew kuşt, li ser milê xwe kirin û axir kirin. Hevalên Palandoken diyar kirin ku ji bo ew rêş tundiyê bigirin dê di her qada jiyanê de têbikoşin. Jinan xwestin bêtir hev hembêz bikin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca ku wekîltiya wê hat xistin, di komxebata "Di medya de zayendîparêzî, militarizm, nijadperestî" de diyar kir ku çeka herî talûke ya li pişt îktîdarê medya ye û wiha got: "Divê li dijî vê medya îktîdarê, yên me jî alternatif hebin."
Li zindana navendî ya bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê pênc jinên girtî ji bo zextên li zindanê û êrîşên peywirdarên wê şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li Pendîkê mêrê bi navê Mustafa Yetgîn bi çekê Hêlîn Palandoken qetil kir, gelek rojnameyên ku ev bûyer di rûpela xwe ya yekemîn de weşand, yekî jî wekî "kuştina jinekî" neda nîşan.
Berdevka KJA'yê ya ku hat girtin Ayla Akat Ata diyar kir ku şerê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin, berxwedan û itiraza jinê wekî "hesabekî ku li bendê nebûn" şîrove kir û wiha got: "Hemû hesab bi berxwedan û têkoşîna jinê vala derketin."