Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin

  • rojane
  • 09:32 21 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş û Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat jî gelek kes di serdegirtinên malan de li Stenbolê hatin binçavkirin. 

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan li Stenbolê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Koneleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de girtin. 
 
Di serdegirtinên malan de Hevseroka Giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş û Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHD) têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. EHD’ê da zanîn ku ji bo gelek miwekîlên wan biryara lêgerînê hatiye derxistin. EHD’ê diyar kir ku ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepeniyê hatiye dayin û hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re heta 24 saetan hatiye qedexekirin.