Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne

  • rojane
  • 13:22 16 Tîrmeh 2025
  • |
img

STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, ji bo serdana Figen Yuksekdag û Semra Guzelê bikin, çûn Girtîgeha Kandirayê. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, çûn Girtîgeha Kandirayê ya li Kocaeliyê. Hevserokên Giştî, dê serdana Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Figen Yuksekdag û Parlamanetera HDP'ê ya berê Semra Guzelê ku di Girtîgeha Kandirayê de girtîne, bikin. 
 
Dê di hevdîtinên de li ser geşedanên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bê axaftin.