Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin

  • rojane
  • 09:18 17 Tîrmeh 2025
  • |
AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED'Ê Kerem Canpolat ku beşdarî merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, destnîşan kir ku divê karê ewil ê komîsyona ku li meclisê were avakirin girtiyên nexweş bin.
 
Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 11'ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistana Federe çekên xwe şewitandin. Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED'ê (MED TUHAD-FED), di nav kesên ku beşdarî merasîmê bûn de bû, destnîşan kir ku azadiya girtiyan dê tevkariyê li pêvajoyê biee.
 
'DIVÊ DEWLET GAV BIAVÊJE'
 
Canpolat diyar kir ku ev merasîm xwedî girîngiyeke dîrokî ye û bandoreke kûr li ser cîhanê kiriye û got: "Kurdan gelek zilm û zehmetî kişandine. Wan di 52 salên borî de zarokên xwe, hezkiriyên xwe, bav, dayik, xwişk û birayên xwe winda kirine. Ji ber vê yekê ewqas coş û hêvî hebû. Me ew hêvî di hevalên xwe û dayikên xwe de dît."
 
Canpolat ku got "Divê dewlet hay ji cidiyeta pêvajoyê hebe" û ev tişt gotin: "Li cîhanê aştî bi hêsanî nayê bidestxistin. Ev yek jî dê dijwar be. Piştî gava ku birêz Ocalan avêt, divê dewlet jî beramberî gaveke wisa biîrade gavên zelal biavêje. Gavên mezin hatin avêtin, çek hatin îmhakirin. Divê dewlet jî gavên wisa bibiryar biavêje."
 
'DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'
 
Canpolat diyar kir ku hîn jî bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de hene û gelek binpêkirin çêdibin. Canpolat destnîşan kir ku israra dewletê ya neavêtina gavan der barê girtîgehan de fikar û nebaweriyê peyda dike. Canpolat got: "Aştî pêşî li girtîgehan dest pê dike. Ew girtiyan berdidin û şert û mercên girtîgehan baştir dikin. Niha şert û mercên girtîgehan pir giran in û îdareyên girtîgehan li gorî biryara xwe tevdigerin. Zext zêde dibin, nexweş bi lêgerîna tazî û lêgerîna li hundirê dev re rû bi rû dimînin."
 
Canpolat destnîşan kir ku divê bi taybetî girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Canpolat diyar kir ku ew wekî federasyon amade ne ku tevkariyê li komîsyonên ku bên avakirin bikin û got ku ew di vê çarçoveyê de xebatên xwe yên li ser girtîgehan didomînin. Canpolat diyar kir ku ew ê bi komîsyona ku li meclisê were avakirin re doza hevdîtinê bikin û got: "Ez bawer dikim ku komîsyon dê di serî de der barê girtiyan de gavan bavêje."