ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 10 Cotmeh 2025
  • |
img

* Rêvebira Komeleya Jin a Starê Meryema Aslanê têkildarî kampanyaya “Ji bo jiyan û jiyinê em birêxistin dibin” ya ku li Wanê hatiye destpêkirin, got: “Em ji bo bibin deng û henaseya jinan têdikoşin.”

* Nivîskar û hunermendên ku diyar kirin ku pêvajoya ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin, hêvî daye wan û gotin: “Divê em nebin temeşevanên vê pêvajoyê, bibin avakarên wê.”
 
* Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak ê ku 55 rûpel raportek pêşkêşî komîsyona li Meclisê kiribû got: “Guhdarîkirina birêz Ocalan ji bo komîsyonê berpirsyariyeke dîrokî ye. Li gorî fikra me ev guhdarîkirin ji bo komîsyon û dewletê ezmûneke cidî ye.”
 
* Welatiyên li dijî qirkirina xwezayê ya li navçeya Pasûrê bertek nîşan dan diyar kirin ku polîtîkayên şewata gundan a di salên 90’î de niha jî bi qirkirina daran ve pêk tê û desnîşan kirin ku dê li dijî vê têbikoşin.
 
* META-DER dê li Qada Esenyurt a Stenbolê derbarê "Turnuvaya Futbolê ya Aştiyê" de ku dê ji bo bîranîna Parlamenterê DEM PartiYê û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder bê lidarxistin, daxuyaniyekê bide. (13.00)
 
* Danîşîna yekemîn a şewata avahiya li Amedê ku 18 kes tên darizandin dê li Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin.
 
* Bi munasebeta salvegere Komkujiya Garê dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (9.30-19.30)