Polîsan êrişî bîranîna Komkujiya Garê kir

  • rojane
  • 11:45 10 Cotmeh 2025
  • |

ENQERE - Bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê “Meşa edaletê” tê lidarxistin. Polîsan êrişî meşvanan kirin.  

 
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê kir û di êrişê de 104 kes hatin qetilkirin. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di salvegera 10’emîn de hatin bibîranîn. 
 
Piştî bîranîna li cihê komkujî lê hatibû kirin, girseyê ber bi Edliyeya Enqereyê ve dest bi “Meşa Edaletê” kir. Polîsan, êrişî çalakvanan kir. 
 
Girseya ku meşa wan hate astengkirin, dest bi çalakiya rûniştinê kir. Demek piştre jî girseyê çalakiya xwe bi dawî kir.