Ji bo girtiya nexweş Besê Ecerê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin

  • rojane
  • 14:24 10 Cotmeh 2025
  • |
img
MÊRSÎN - Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê û Şaxa ÎHD’a Mêrsînê ji bo berdana girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer li pêşiya Girtîgeha Tarsusê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê, bi daxwaza berdanê û tedawîkirina girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer dest bi çalakiya rûştinê kirin. Nexweşiyên weke anemî, qelewî, tansiyon, kolestrol, tumor, hişkbûna xwîna diçe mejî, mejîhestiyê wê şikestiye û fitqa piştê yên Besê Ecerê hene û li Girtîgeha Jinan a Tarsusê tê ragirtin. Besê Ecer ku 4 rojan li nexweşxaneyê hate ragirtin, dîsa birin girtîgehê. Di çalakiya rûniştinê ya li pêşiya girtîgehê de pankarta “Azadî ji girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecerê re” hate hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. 
 
Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan beriya çalakiyê axivî û got: “Zilmê li dayika me Besê Ecerê dikin. Tevî biryara sewqkirina nexweşxaneyê jî duh li benda keyfa leşkeran man. Îro birin nexweşxaneyê lê ev du saet in em nizanin ka li kîjan nexweşxaneyê ye. Em bi wezareta dadê re, bi rêveberiy girtîgehê re hevdîtinan dikin lê agahiyan nadin.” Bozan, da zanîn ku serlêdanên ji bo berdana Besê Ecerê bi zanebûn tên vehêlandin û got: “Heta ku têkildarî Besê Ecerê agahiyan didin me, înfaza wê tê sekinandin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em ê destûrê nedin ku tu dayikên Kurd bi vî awayî bimirin.” 
 
'PROSEDUR NABE HINCET’
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Gazî Încî jî diyar kir ku rêveberiya girtîgehê û saziyên darazê bi zanebûn pêvajoyê dirêj dikin û got: “Xetere li ser jiyana Besê Ecerê heye. Beriya niha jî li vê girtîgehê ji ber binpêkirina mafê tendurisityê û taloqkirina tehliyeyan kesan jiyana xwe ji dest dan. Dibe ku heman tişt bi serê Besê Ecerê jî were. Dema mijara behsa xeberê bû mafên jiyanê, tenduristiyê û qedexeya îşkenceyê, nabe ku prosedûr weke hincet bên nîşandan. Rêveberiya girtîgehê û cendirme bi hinceta prosedûrê sewqên nexweşxaneyê dereng dixin û ev li dijî rûmeta mirovahiyê e. Em dixwazin ku Besê Ecer tavilê bibin nexweşxaneyê û were berdan.” 
 
'RAGIRTINA WÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Endamê TUAY-DER’ê ya Çukurovayê Ercan Alp jî got: “Ragirtina dayikekê ya di girtîgehê de encama aqilekî ji dilovanî û wijdanê dûr e. Li welatekî wijdan ewqas hatiye binpêkirin de mafê jiyanê yê dayikên weke Dayika Besê jî tê bêqedirkirin. Em vê zîhniyetê şermezar dikin, lanet dikin. Em bang li her kesên xwedî wijdan dikin ku bikevin nava tevgerê.” 
 
Piştî axaftinan, çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. Çalakiya rûniştinê didome.