Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê

  • rojane
  • 15:47 24 Kanûn 2025
  • |
img
ENQERE - Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek, têkildarî rewşa girtî H. Hasan Durak ku tehliyeya wî ji bo 15 mehan hatiye taloqkirin pêşnûmepirsek da Meclisê û got: “Îdiaya ‘ji rêxistinê qut nebûye’ li gorî kîjan krîteran hatiye kirin?” 
 
Girtiyê bi navê H. Hasan Durak, li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê tê ragirtin û tehliyeya wî ji bo 15 mehan hate taloqkirin. Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, têkildarî rewşa Durak pêşnûmepirsek da Meclisê û xwest Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne. 
 
Çîçek, da zanîn ku Durak dema li Girtîgeha Erzîncanê tehliyeya wî ji bo 6 mehan, li Girtîgeha Samsûnê jî carekê ji bo 6 mehan û carekê jî tehliyeya wî ji bo 3 mehan hatiye taloqkirin. Çîçek, got ku di biryara taloqkirina tehliyeyê de îfadeya “ji rêxistinê qut nebûye” hatiye bikaranîn. 
 
Çîçek, da zanîn ku sedema taloqkirina tehliyeyê xwe dispêre hincetên razber, pirsên lijne dipirse mudaxileya li dijî azadiya fikr û xwedîfadekirinê ye û tiştên tên kirin encama helwestên îdeolojîk in. 
 
Çîçek, xwest Tunç bersiva van pirsan bide: 
 
“*Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bi giştî tehliyeya H. Hasan Durak 15 mehan taloq kirine. Gelo ev biryar ji hêla wezareta we ve li gorî hiqûqê hatine lêkolînkirin? 
 
*Îfadeya ‘ji rêxistinê qut nebûye’ ku di biryara taloqkirina tehliyeyê de weke hincet hatiye nîşandan, xwe dispêrê kîjan krîterên şênber? 
 
*Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bi awayekî fiîlî dema înfazê ya girtiyan dirêj dike. Xala 9’an a Destûra Bingehîn jî vê weke binpêkirina rayeya darazê dinirxîn e. Gelo hûn tev li vê madeyê dibin? 
 
*Îdia hene ku bi pirsên ji H. Hasan Durak hatine kirin re azadî û nêrînên polîtîk ên girtî hedef hatine girtin. Gelo we ev îdia lêkolîn kiriye? Ti bingehê van pirsan a hiqûqî heye? 
 
* Weke di mînaka H. Hasan Durak de jî tê dîtin, çend girtiyên ku dema înfaza xwe temam kirine lê bi biryarên lijneyê tehliyeya wan hatiye taloqkirin hene? 
 
*Venêrîneke baş li ser Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tune ne. Gelo wezareta we vê yekê li ser mafê darizandina adilane û mafê serlêdana bibandor weke pirsgirêk dibîne yan na? 
 
*Têkildarî nirxandina başhaliyê û sepanên taloqkirina tehliyeyê, tu xebatên we yên ji bo verastkirineke hiqûqî heye yan na?”