Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
- rojane
- 09:46 01/10/2024
Li Hezex û Erziromê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.
Li Hezex û Erziromê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.
Bavê Rojîn Kabaîş, Adem Kabaîş got ku heke ji windabûna keça xwe zû bihatina agahdarkirin dê rewş cuda bûya. Aktivîsta TJA’yê Ayşe Mînaz jî diyar kir ku windabûna jinekê di ser siyasetê re ye û xwest her kes xwedî li Kabaîş derkeve û ji bo dîtina wê seferber bibe.
Mamosteyê zimanê kurdî Mehmet Salîh Ongun ê ku ji binçavan hat berdan diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya ziman bidomînin û got: “Divê em xwedî li ziman û saziyên xwe derkevin.”
Zimanzan û Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Rihayê Samî Tan da zanîn ku li dijî kurdî konseptek nû di dewrê de ye û got: “Li dijî pişaftinê meş û mitîng tenê têr nakin. Pêwîstî pê heye mal bi mal werin rêxistinkirin. Divê şaredarî pêşengiya xebatên kurdî bikin.”
Rêveberên DEM Partiyê yên ji bo mitînga “Azadiyê” li Stenbolê bûn seferber, diyar kirin ku armanca wan ew e ku 50 wesayîtan bişînin û banga “Em berê xwe bidin Amedê û li wir kom bibin."
Ji bo girtî Cîhan Demîr pêlavek meqapê hat şandin. Rêveberiya girtîgehê bi hincetên, “navtêdanê dike” û “dişibe ya PKK’iyan” pêlavê desteser kir.
Endamên Koma Hevra yên ku ji ber stranên di konserê de gotin hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve winda ye, 4 roj li pey xwe hiştin.
Ji ber dijwarbûna şerê navbera Îsraîl û Hizbûllahê 3 hezar û 218 Sûriyeyî û 12 Lubnanî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Her wiha 7 cenaze anîn herêmê.
Li pêşiya Girtîgeha Kiriklarê çalakiya “Deng bide azadiyê” hat lidarxistin û banga rakirina tecrîda li Îmraliyê û girtîgehan hate kirin.
Parlamenterê AKP’ê yê Edeneyê Ahmet Zenbîlcî ji partiya xwe îstîfa kir.
Xwendekara dibistana amadehî ya 15 salî Sumeyye Azîz ku 11 roj berê li Wanê winda bûbû, hate dîtin.
Midûrê Giştî yê Baykarê Halûk Bayraktar, hevkariya xwe ya bi şîrketa Îsraîlê re ne derewand û wiha got: “Em dikarin bi vê geşedanê encax serbilind bin.”
Li Aydinê di wesayîta çawişê pispor D.Y. de tiryak, çekên bêrûxset, plaka û nasnameyên sexte hatin dîtin û hate binçavkirin.