ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
- rojane
- 09:00 15/9/2024
Li Colemêrgê ji qereqola leşkerî ya li navendê, qada Mêrga Bûtanê hat bombekirin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê serdana Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê kir.
Li Komexaniyên Bezîrganê ya taxa Adnan Mendesa navçeya Erxeniyê ji ber têlên kevn ên ceyranê, şewat derket. Ji ber şewatê darên fêkiyan ên welatiyan zirar dîtin.
7 kesên ji bo li navçeya Xana Axparê tîmên DEDAŞ’ê protesto kirin hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 3 welatî revandin. Her wiha çeteyên El Emşatê jî li Efrînê sedan dar birîn.
Parastvanên mafên mirovan di çalakiya “Rûniştina F'yê” de ji Îsmaîl Tuzun re azadî xwestin û banga hestiyariyê ji rayedar û cemaweriya giştî kirin.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku divê astengiyên li pêş tedawiya girtiyê nexweş Omer Kaya bên rakirin û xwest Kaya bê berdan.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn û wiha bang kirin: “Em ê xwedî li mîrateya Dayika Berfo derkevin."
Malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan bi çalakiyên ku li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê li dar xistin re xwestin ku kesên hatine windakirin bên dîtin û faîlên wan bên cezakirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di konferansa rêxistinkirinê ya giştî ya partiya xwe de axivî, bal kişand ser girîngiya hevkariya hêza demokratîk û wiha got: “Pêdiviya me bi hevkariyeke demokratîk a hêzê heye ku em ê bi hemû tevgerên mûxalîf re li wir li hev bicivin."
Dewleta tirk bi piştgiriya PDK’ê şandina leşker û wesayîtên zirxî ya ber bi Herêma Kurdistanê ve didomîne
Hat ragihandin hêzên rejîma Îranê di çarçoveya nêzbûna şoreşa ‘jin, jiyan azadiyê’ de derhênerê kurd Reza Elayî binçav kirine.
Di serdagirtinên 10’ê îlonê yên li navçeyên cuda ên Stenbolê hatine kirin de 10 kes hatibûn binçavkirin. Ji 10 kesan 6’ê wan hatin girtin.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê berxwedana Kobanê ku ji bo DAIŞ’ê bû destpêka bidawîbûna wê vegot, wiha got: “Di dîrokê de hin kêliyên girîng hene, ku herikîna dîrokê diguherînin. Dîrok li Kobanê hate guhertin.”