‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
- rojane
- 13:57 05/9/2024
Endamê Hewldana Muzeya Bîrdariyê Refîk Karakoç ê xwest ku Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê, diyar kir ku ji bo dizayna muzeyê divê rayedar bi kesên ew serdem jiyane re hevkariyê bikin.
Endamê Hewldana Muzeya Bîrdariyê Refîk Karakoç ê xwest ku Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê, diyar kir ku ji bo dizayna muzeyê divê rayedar bi kesên ew serdem jiyane re hevkariyê bikin.
Mînîbusa ku karkerên çandiniyê yên demsalî tê de bûn û ji Wêranşarê diçû Ordûyê qeza kir. Di encama qezayê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û 25 kes birîndar bûn.
Li Herêma Omeryanê ya Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran heye.
Di serlêdana ji bo girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday li AYM'ê û Wezareta Edaletê hatiye kirin de hat xwestin ku metirsiya Kûday a jiyana xwe ji dest bide heye û înfaza wî were taloqkirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 42 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Danişîna doza parêzer Burhan Arta hat lidarxistin ku ji ber xebatên pîşeyî tê darizandin. Di dozê de dozger xwest cezayê hefsê li Arta were birîn.
DBP’ê têkildarî Taner Şîrp ê navê wî di skandala mela ya li Wanê de derbas bû daxuyaniyek weşand û got: “Şexsiyetên bi vî rengî nikarin li rêxistinên me bi cih bibin."
Tevgera Azadî bertek nîşanî êrişên SÎHA’yan da û diyar kir ku divê her kurdê xwedî wijdan li dijî van êrişan deng derxîne.
Ji 21’ê tebaxê heta niha tu agahî ji zaroka 8 salî Narîn Guran nayên girtin. Guran herî dawî saet di 18.47’ê de bi hevala xwe re hate dîtin û mamê wê jî saet di 18.59’ê de ji gund derketiye. Niha jî li ser wan 12 deqeyên winda lêkolîn tê kirin.
Rojnamevan Mehmet Guleş ê bi îdiaya “rêze propagandaya rêxistinê” dihate darizandin di danişîna ewil a dozê de beraet kir.
Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Bayiyên Tekelê (TBYD) Erol Dundar, ragihand ku cigare hatiye zemkirin.
Suboxone ku ji bo dermankirina kesên maddeyên hişbir bi kar tînin bi kêr tê û bi reçeteya sor tê firotin, kêm tê peydakirin. B.P. diyar kir ku pêvajoya dermakirinê ya birayê wî didome got ku "Birayê min an wê derman bi kar bîne an jî tiryakê" û xwest derman bê peydakirin.
Girtiya 30 salî Nedîme Yaklav ku berdana wê 5 caran ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve hatiye taloqkirin, lijneyan wekî "pençşêra burokratîk a saziya edaletê" pênase kir û got: "Gava tu kurd bî û polîtîk bî, tu ne baş î. Peyam pir eşkere ye; xwe înkar bike, tune bike."
Makbûle Ozer a 82 salî ku demek berê tehliye bû, diyar kir ku li girtîgehê du caran ji ranzayê ketiye xwarê û wiha got: “Hevalên min ên li qawîşê li min dinihêrtin. Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh be.”
Bi milyonan zarok dê nekarin di sala nû ya perwerde û fêrkirinê de bi zimanê dayikê perwerde bibin. Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê Faruk Ercan wiha got: “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê jiyanê ye.”