Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
- rojane
- 13:58 06
Şînên endamên HPG'ê Cîhan Yîgît û Ferman Turgut ên li Şirnex û Wanê hatin danîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Şînên endamên HPG'ê Cîhan Yîgît û Ferman Turgut ên li Şirnex û Wanê hatin danîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Endamê Şandeya Îmraliyê parêzer Ozgur Faîk Erol di Konferansa Navneteweyî de axivî û got: “Kurd li derveyî fermiyetê hatine hiştin û birêz Abdullah Ocalan jî hewl dide Kurdan daxilî nava hiqûqê bike.”
Mesûd Barzanî ji bo “Konferansa Navneteweyî” peyam şand û got: “Ez amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê.” Bafel Talabanî jî got: “Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrastiyê tê avêtin.”
Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê bi îdiaya “ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin”, tehliyeya Seyda Şîmşek ê 30 sal in di girtîgehê de ji bo 9 mehan taloq kir. Malbata Şîmşek, got: “Neberdana girtiyekî cezayê xwe xelas kiriye, zilm e.”
Îlham Ehmed ku di "konferansa Navneteweyî" de axivî, got: "Em dixwazin bi Tirkiyeyê re di nava diyalogê de bin. Em dixwazin sînorên me vebin. Em dixwazin pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi ser bikeve."
Mehmet Emîn Edemen ku 31 salan di girtîgehê de ma û piştî tehliyeya xwe jiyana xwe ji dest. Hevalê Edemen, M. Nûrî Ozkan, got: “Emîn, dilsozê paradîgmaya tevgera azadiyê bû. Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir. Gelek bandor li min kir.”
Di konferansa li Stenbolê de peyama Abdullah Ocalan hate xwendin. Abdullah Ocalan got: "Em bi rêya avakirina aştî û civaka demokratîk, sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin." Abdullah Ocalan, di çarçoveya hiqûqa entegrasyona demokratîk de sê rêgez rêz kir.
Li navçeya Bahçe yê Osmaniyeyê otobûsek û TIR’ek li hev qelibîn. Di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Tuncer Bakirhan ku axaftina vekirinê ya "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" kir, got: "Paradigmaya demokratîk a birêz Ocalan çareseriyeke mezin e. Birêz Ocalan di navenda vê pêvajoyê de ye."
Girtiyê nexweş Mehmet Emin Çam ku di girtîgehê de du caran krîzê li dil xist, meha borî çar caran sewqî Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. Keça Çam diyar kir ku bavê wê di dema sewqkirinê de bi awayekî kelemçekirî di wesayîta rîngê de hatiye sekinandin û tenê carekê xwarin dane wî û got ku bavê wê gotiye, "Bila êdî min nebin nexweşxaneyê."
Hevşaredarê Şaredariya Miksê Ayvaz Hazir ku ji tişta pê dihat tawanbarkirin beraet kir, bal kişand ser qeyûmê tayinî şûna wî hatiye kirin û got ku demildest divê vîna geş vegere ser kar.
Serokê Federasyona Astengdaran Mecît Yilmaz diyar kir ku şer astengiya fizîkî û derûnî bi xwe re tîne û got ku ew ê ji bo aştiyê têbikoşin.
Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Ersin Kahraman diyar kir ku dabînkirina dermanan, bi taybetî ji bo kesên bi nexweşiyên kronîk, bûye pirsgirêkeke mezin.
Endamê OHD'ê Mazlum Kantarci got ku divê paradîgmaya dewletê ya li hember Kurdan biguhere û ev yek divê di hemû rêziknameyên qanûnî de, bi taybetî jî di destûra bingehîn de, bi nêzîkatiyek yekpare bê destnîşankirin.