Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
- rojane
- 09:06 26/8
Welatiyên li Enqereyê dijîn têkildarî komîsyona li Meclisê hatiye avakirin axivîn û gotin ku pêdiviya welat bi aştiyeke mayinde heye.
Welatiyên li Enqereyê dijîn têkildarî komîsyona li Meclisê hatiye avakirin axivîn û gotin ku pêdiviya welat bi aştiyeke mayinde heye.
Bestekar û strannivîs Şanar Yurdatapan diyar kir ku girîng e ku pêvajo berdewam dike û got: "Divê bi du sûcên mezin; Qirkirina Ermeniyan, siyaseta asîmîlasyonê ya li dijî Kurdan û zilma li wna hatiye kirin re hevrûbûn çêbibe."
Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk Huriye Kabayelê got: "Pêvajoya heyî ji bo me Elewiyan dîrokî ye. Divê em vê pêvajoyê bi baldarî binirxînin, jê sûd wergirin û vê yekê ji her kesî re rave bikin. Divê ev wekî gelê Elewî erka me ya sereke be."
Hat ragihandin ku Yasîn Kaya yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê, ji ber ku lixwekirina şimikan red kiriye, sewqa wî ya nexweşxaneyê hatiye redkirin. Her wiha nameyeke girtî jî hatiye desteserkirin.
Şandeyeke payebilind a DYA’yê bi Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed El Şara re hevdîtin kir.
Ji bo tevlibûna mitînga “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê” ku dê bi boneya 1’ê Îlonê li Rihayê were lidarxistin, bang hate kirin.
Serokkomar Tayyîp Erdogan, li Xelatê têkildarî pêvajoyê got: “Em ketine qonaxa dawî. Bi hinek sebir, xîret û baldariya din em ê vê qonaxê derbas bikin."
Denîz Guzel ku piştî 33 salan ji girtîgehê hate berdan, li Amedê bi coş hate pêşwazîkirin. Guzel, ji ewil çû serdana gora birayê xwe.
Li Silêmaniyeyê 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd tê lidarxistin. Beşdarên konnferansê diyar kirin ku divê êşên gelê Kurd di dîrokê de kişandine bi rêya huner, wêje û çapemeniyê bên vegotin.
Li Wanê qeza çêbû û di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Welatiyên Şengalî yên li kampên Dihok û Zaxoyê li dijî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya “entegrekirinê” daketin qadan û biryar şermezar kirin.
Li navçeya Mudanyayê bi pileya 3.4 erdhej çêbû.
Nameya ku Zekî Bayhan li Girtîgeha Îmraliyê têkildarî tecrîdê nivîsandibû bi sê zimanan hatiye wergerandin. Name di kovara Femînîst Asylum de hat weşandin.
Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 297’emîn de bi manşeta “Ziman xeta sor e” derket.