Di 3 mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 478 kes hatine girtin
- rojane
- 09:03 09/4
Di 3 mehên dawîn ên salê de rêjeya tijîbûna girtîgehan 14 hezar û 478 kes zêde bû. Hejmara girtiyên li girtîgehên ku kapasîteya wan 299 hezar û 940 e, bi zêdebûna dawî re gihîşt 398 hezar û 694 kesan. Bi vê hejmarê re kapasîteya heyî ya girtîgehan 98 hezar û 754 kesan derbas kir.
