Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
- rojane
- 10:50 08/5
DAIŞ’ê li Dêrazorê êrişî noqteyeke ewlehiyê ya li bajarokê Zîbanê kir. Ji 6’ê Gulanê heta niha êrişên DAIŞ’ê didomin.
DAIŞ’ê li Dêrazorê êrişî noqteyeke ewlehiyê ya li bajarokê Zîbanê kir. Ji 6’ê Gulanê heta niha êrişên DAIŞ’ê didomin.
Hulya Ayik ku kurê wê Devrîm Ayik yek ji girtiyên nexweş e, diyar kir ku rewşa kurê wê xerab dibe û got: “Heke tu destê aştiyê dirêj bikî, wê demê mecbûrî gavan biavêjî. Ji ewil jî divê girtiyên nexweş bên berdan.”
Tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate ragihandin, Tirkiyeyê heta niha 23 hezar û 369 caran êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê kir.
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyê daxwaza herî mezin a Onder bûye û got: "Divê em aştiyê pêk bînin."
Hîkmet Duman ê DBP’î ku li Şirnexê mal bi mal digere û “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan vedibêje, got: “Em mal bi mal, gund bi gund digerin û aştiyê vedibêjin.”
Serlêdana girtiyê bi navê Îbrahîm Tekîn ê ku 30 sal in di girtîgehê de ye û ferzkirina "poşmaniyê"ê qebûl nekir, 11 mehan taloq kirin. Rêzan Tekîn anî ziman ku bavê wî jê re gotiye: "Ez bimirim jî ez vê ferzkirinê qebûl nakim."
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got: "Soza me ya ji bo Sirri Sureyya Onder ew e ku em aştiyeke birûmet bînin vê xakê. Erka me ye ku em alaya wî di asta herî jor de bilind bikin."
Dewleta tirk Herêma Amediyeyê bi balafirên şer bombebaran kir.
Hesaba X’ê ya Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate astengkirin.
DEM Partiyê ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li 2 bajaran mewlûd da û li bajarekî jî şîn danî.
Operasyona leşkerî ya dewleta tirk li herêma Alîbogaziyê daye destpêkirin didome.
Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder bi bernameyeke li Meclisê hat bibîranîn. Serokwekîlê Koma Partiya Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen got: “Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin.”
Endamên ÎHD’ê Nîhat Goktaş û Hulya Gerçek bi hinceta ji girtiyan re pere şandine hatin binçavkirin. ÎHD’ê bertek nîşan da û got: “Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye.”
Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil de hate tehliyekirin.