Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
- rojane
- 12:01 26/9
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, tevî ku zirar didan têlên ceyranê jî rêya Cadeya Girtîgehê ya berê domand û ji bo mesrefa wê 15 milyon lîre hatin xerckirin. Niha jî ji bo çêkirina ceyranê li ser rê xebatên kolandinê hatin destpêkirin.
