ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
- rojane
- 09:00 05/9
Endamê Konseya Rêvebir Mustafa Karasû, nêzîkatiya dewletê û desthilatê ya ji bo pêvajoyê rexne kir û got ku divê dewlet rast nêzî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe. Her wiha Karasû destnîşan kir ku divê Komisyona Meclisê bi berpirsiyarî tevbigere û got: "Divê Rêber Apo, li Meclisê biaxive."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper civiyan.
Li Cizîrê 21 kesên ku 10 sal berê di dema qedexeya derketina derve ya 8 rojan de hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibrîanîn.
Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêveberê partiyê yê Êlihê Metîn Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.
Şandeya Danûstendinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku ji bo nîqaşkirina Peymana 10'ê Adarê amadekariyên vakirina komîteyan dike.
Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistana Federe ragihand ku piştî lêkolînan kesên gule li rojnamevan Hêmin Mamend reşandin hatine girtin.
Şîna Semra Duva ya PAJK’î ku ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Xizmên girtiyan li dijî binpêkirinên mafan li pêşiya Girtîgeha Aksarayê daxuyanî dan û xwestin Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin.
Wekîlê DEP’ê Mehmet Sîncar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Di doza jinûvedarizandinê ya têkildarî qetilirina Mehmet Sîncar de ev 6 sal in hêj biryar nehatiye dayin. Parêzer Mehdî Ozdemîr ev rewş weke “pêvajoyeke ku faîl diparêze tê meşandin” nirxand.
Tehliyeya Mervan Demîrtaş û Mahmût Kaygan ên li girtîgehên Antalyayê tên ragirtin cara 4’an û ya Nûrşen Tekîn jî carekê hate taloqkirin.
Rojnameger Ekrem Berekat diyar kir ku bêyî Rêveberiya Xweser ne Sûriye jinûve ava dibe ne jî yekparetiya welat dibe.
Fîraset Ozbek Onkol ku kêla gora kurê wê bi darê zora cendirmeyan rakir, got: “Tişta tê kirin zilm e. Ji hestiyên me aciz in. Ev, bêwijdanî ye.”