Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
- rojane
- 10:43 01/9
DBP û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan û banga “Li dijî şer em li dora daxwaza aştiyê bibin yek” kirin.
DBP û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan û banga “Li dijî şer em li dora daxwaza aştiyê bibin yek” kirin.
Akademîsyenê Aştiyê Yucel Demîrer, got, “Heke ev hewldana aştiyê jî têk biçe, ne tenê welatê me lê dê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bi xwe re encamên tarî bîne.”
Hejmara nû ya rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Aştî weşiya komeliya” derket.
Hat ragihandin ku derdora Bendava Tişrînê şevê din careke din bi SÎHA’yan hatiye bombebarankirin.
Daxwaza di mitînga 1’ê Îlonê ya Rihayê de derketî pêş, “Wekhevî û jiyana li welatekî azad” bû.
Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Xarpêtê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de peyama ku tevgera ciwanan û jinan dê bibin pêşengên aştî û siyaseta demokratîk hat dayin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmgûllari di şahiya 1'ê Îlonê de bal bir ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û pêwîstiya hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re.
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: "Ji niha û pê ve hûn nikarin birêz Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî hepsî bikin."
Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata ku di mîtînga Rihayê de axivî, destnîşan kir ku heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe.
Merasîma sersaxiyê ya ku dihat plankirin li mala malbata endama YJA Starê Şîrîn Işik were lidarxistin ku di sala 2018'an de li Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku di mîtînga Stenbolê de axivî, got: "Ev pêvajo hem ji bo aştiya li Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn ji bo me firsendek dîrokî ye. Divê bi lez û bez hawîrdorek ku birêz Ocalan karibe bi azadî bixebite û bijî û bi hemû beşên civakê re hevdîtinê bike were peydakirin."
Platforma Saziyên Demokratîk, xebatên xwe yên ji bo meşa aştiyê ku dê bi dirûşmeya "Ji Bo Civaka Demokratîk Deng Bide Aştiyê" bê lidarxistin, didomîne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya 1’ê Îlonê peyamek şand û got: “Aştiya rasteqîn, dema azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de kete meriyetê dikare bibe. Ev veguherîna civakî, ji bo gelên me ne tenê mafek e; di heman demê de peywira sereke ya serdema nû ye.”
Di “Mitînga Aştiyê” ya bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Stenbolê tê lidarxistin de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hilgirtin.