Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye

img
STENBOL - Rojnamevan Aykan Sever ku pêşketinên li Rojhilata Navînê nirxand, got: "Di paşperdeya hevdîtina Erdogan û Trump de messeleya statuya Rojavayê hebû. Ji ber ku tenê fikara Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye."
 
Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî Şamê bi dest xist, komkujî û êrişên xwe yên qirkirinê li dijî gel û civakên baweriyê yên Sûriyeyê didomîne. Rejîma HTŞ'ê ku dixwaze hikûmeteke navendî û tekparêz ava bike, daxwazên gel û baweriyên cûda, bi taybetî yên kurdan, ji bo Sûriyeyeke nenavendî bi tundî red dike û bi tundiyê tepeser dike.
 
Di demeke wiha de ku ev hemû komkujî û êriş berdewam dikirin, Serokê Demkî yê Hikûmeta Sûriyeyê Ehmed Şera, beşdarî 80'yemîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû. Di heman demê de, Serokê DYA'yê Donald Trump û Serokkomar Erdogan piştî şeş salan cara yekem civiyan. Di hevdîtina li Qesra Spî de, mijarên wekî têkiliyên Îsraîl-Tirkiyê, pêşketinên li Sûriyeyê û rewşa kurdan li Rojhilata Navînê bûn rojev. 
 
Rojnamevan Aykan Sever der barê geşedanên dawî yên li herêmê de nirxandin kir.
 
Sever, pêşketinên ku piştî êrişên Hamasê yên 7'ê Cotmehê li Rojhilata Navînê bandor li tevahiya herêmê kirin bi bîr xist û diyar kir ku di paşperdeya êrişan de Tirkiye jî heye. Sever got: "Piştî êrişên 7'ê Cotmehê, Hamasê Îranê hedef girt. Nêzîkî hefteyek berî civîna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Erdogan li DYA'yê, 16 ton bombe di nav materyalên înşaetê de ku ji Mersînê ber bi Xezeyê ve diçûn, hatin desteserkirin. Her du alî jî vê yekê dizanibûn, lê kesî li ser vê yekê pirs nekir û nîqaş nekir. Ev dibe ku ji bo hin kesan wekî teoriyeke komployê xuya bike, lê êrişa Hamasê bi hev re ji hêla Mossad û MÎT'ê ve hat organîzekirin. Ev êriş nîşan didin ku ew li Rojhilata Navînê li dijî alîgirên Îranê pêvajoyeke provokasyonê pêş dixin. Ev plan bi serkeftî hat bicîhanîn û Xeze heta radeyeke girîng hat dagirkirin. Piştre Şerîaya Rojavayê hat. Bi rastî, hikûmeta Libnanê bi girîngî hat bêbandorkirin û Hizbullah jî ji çekan hat xalîkirin. Di heman demê de bi vê çîrokê re, li Sûriyeyê guhertineke hikûmetê çêbû. Welatên rojavayî, Îsraîl û Tirkiyeyê hiştin ku Colanî li Sûriyeyê bibe desthilatdar."
 
‘ARMANCA SEREKE YA TIRKIYEYÊ DAGIRKIRIN E'
 
Sever diyar kir ku hemû welat ji bo bidestxistina pareke mezintir ji Rojhilata Navînê polîtîkayên cûda dişopînin û got: "Di vê çarçoveyê de, Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê, tevî Durzîyan, herêmeke tampon ava kiriye. Ji bo rewakirina herêmên ku dagir kiriye, bi piştgiriya Amerîkayê bi awayekî dîplomatîk pêş dikeve. Pêvajoya Civaka Demokratîk li Tirkiyeyê jî di nav van pêşketinên li Rojhilata Navînê de dest pê kir. Divê ev yek bi zelalî were tekezkirin. Motîvasyona sereke ya Tirkiyeyê di destpêkirina vê pêvajoyê de ew e ku ber bi deverên berfirehtir ên Rojhilata Navînê ve berfireh bibe. Ango, ez nafikirim ku Tirkiyeyê di çêkirina aştiyê bi kurdan re de xwedî berjewendiyek be. Bi rastî, daxuyaniyên Erdogan behsa tifaqeke tirk-kurd nakin, lê belê behsa 'tifaqeke kirk-kurd-ereb' dikin. Armanca Erdogan desteserkirina çavkaniyên petrolê yên herêmê ye. Di heman demê de, di daxuyaniyên dawî de, Serokê DYA'yê Trump destnîşanî îhtîmala mezin a êrişeke li ser Îranê kir. Îran jî amadekariyên bersivê dike. Rêveberiya Tirkiyeyê jî pêşbînî dike ku bandora Îranê kêm bibe. Di rewşeke wiha de, Îran xwedî armancên desteserkirina hin axa xwe ye, tevî Rojhilatê Kurdistanê. Ew her wiha dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û herêmên petrolê yên Iraqê yên wekî Mûsil û Kerkukê bigire. Jixwe ji vê yekê re dibêjin 'Peymana Neteweyî' (Mîsak-i Mîllî)."
 
HEVDÎTINA ERDOGAN Û TRUMP
 
Sever anî ziman ku Serokkomar Erdogan û Trump xwedî mena nêrînê ne û got: "Hem Trump û hem jî Erdogan li ser polîtîkayên Rojhilata Navînê xwedî heman nêrînê ne. Ango, ew xelkê vê herêmê wekî mirovan nabînin. Ew civakên ku li vir dijîn wekî kartên lîstikê dibînin. Daxwazên civakî yên ji bo demokrasî û azadiyê û hwd., ji bo wan ne girîng in. Ya girîng berdewamiya desthilatdariya wan e. Hem Trump û hem jî Erdogan hewl didin ku rêyan bibînin da ku împaratoriyan ava bikin. Ev rê ji bo bindestkirina gelan e. Ferz bikin ku Erdogan dixwest piştî şeş salan peymanekê bi Amerîkayê re nû bike. Awayê ku Trump û tîma wî bi Erdogan re reftar kirin, guhertoyek tiştê ku bi Serokê Ukraynayê Zelenskyy qewimî bû. Bi rastî, wan bi berdewamî pesnê Erdogan û tîma wî dan û ew neçar kirin ku çi bixwazin bikin. Trump di civîneke çapemeniyê de rasterast ji Erdogan re got, 'Ev zilam baş bi van hilbijartinên bihîle dizanin.' Peyv ji Erdogan çênebû." 
 
PAŞPERDEYA HEVDÎTINÊ
 
Sever destnîşan kir ku di pişt perdeyê de gelek mijar di civîna Trump-Erdogan de hatine nîqaşkirin û got: "Pêşî, li ser dagirkirina Filistînê li hev kirin. Trump erk da Erdogan. Trump got, 'Me gelek tişt ji bo wî kirine.' Wî got ku divê Erdogan jî bersivê bide. Erka sereke ya Erdogan ew e ku Xeze û Hamasê biqedîne. Welatên din ên Misilman ên beşdarî civînê dibin jî piştgirî didin bidawîkirina Hamasê. Li ser Îranê peymanek heye. Wan ew ne ragihand. Lê keftaro, li ber çavan diyaro. Her wiha bi Rûsyayê re peymanek hebû ku gaz û petrol neyê îtxalkirin. Lê ev hemû ji bo Tirkiyeyê tenê di rêza çaremîn an pêncemîn de ne. Mijara herî girîng a civînê ji bo Tirkiyeyê Rojava bû. Ez bawer dikim ku Erdogan der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin tawîz da. Naskirin û rewakirina Colanî li NY'yê bi vê mijarê ve girêdayî ye. Ev di heman demê de di têkiliyên bi Tirkiyeyê re dibe hewldaneke veşartî be ji bo bidestxistina destûrê, di warê Rojavayê de. Demeke kurt piştî civînê, êrişên li taxên kurdan ên Eşrefiye û Şêxmeqsûd li Heleba Sûriyeyê ne tesaduf bûn. Ev êriş bi piştgiriya rasterast a Tirkiyeyê hatin kirin. Ew tam li ber pozê Amerîkayê diqewimin. Ev yek ji ber ku Îsraîlê jî çavê xwe ji vê êrişê re girt, qewimî." 
 
ELI NY'YÊ TEMSÎLKIRINA EHMED EŞ-ŞARA
 
Sever anî ziman ku qebûlkirina serokê demkî yê Sûriyeyê, Ehmed el-Şara, ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve ne surprîz bû. Sever got: "Piştî ku rejîma Esed li Sûriyeyê hilweşiya, tayînkirina Colanî ne surprîz bû. Hêzên emperyalîst ji destpêkê ve li Sûriyeyê hikûmeteke kûkla dixwestin. Ango, sedema ku wan Esed nexwest ne ji ber ku Esed nedemokratîk an jî zordar bû. Ji ber ku Esed nedixwest bibe kûklaya wan. Ji ber vê yekê, di çavên wan de, Colanî kûklayek baş e û ji ber vê yekê wan bi qebûlkirina wî di NY'yê de ew rewa kir. Stratejiya wan a li vir ev e ku heke Rêveberiya Xweser li ber xwe nede, ew ê îradeya xwe ferz bikin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser li herêmên xwe qadeke demokratîk afirand. Ew dixwazin wê hilweşînin, bi HTŞ'ê ve girêbidin û li wan herêman li Sûriyeyê desthilatdariya çeteyan ava bikin. Li Rojhilata Navînê tu tişt ne diyar an mayînde ye. Mînak, em nizanin ka siberojeke Colanî heye yan na. Heke ew di avakirina serdestiyê de bi ser nekeve, ewilî ew ê ji holê bê rakirin. Hêzên herî nêzîkî wî dê vê bikin."
 
‘MUXATABÊ AŞTIYÊ CIVAK E'
 
Sever destnîşan kir ku AKP ger bixwaze dikare gelek tiştan biguherîne û wiha domand: "23 sal in li ser desthilatdariyê ye û dîktatoriyek ava kiriye. Mînak, ger bêje 'Werin em Demîrtaş berdin', wê bike. Ne hewce ye ku ev yek ji DMME'yê re were hiştin. Ne hewce ye ku têgihîştinek were afirandin ku Erdogan dixwaze tiştekî bike, lê yên ku rê li ber wî digirin hene. Divê Bahçelî û Erdogan hesab bidin. Ji bilî vê, ne aştî çêdibe, ne jî tiştekî din. Ez dixwazim bi taybetî vê xalê tekez bikim. Ji destpêka pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve, ne tenê Erdogan, lê eniya AKP-MHP'ê hewl dide ku Rojavayê bigire destê xwe. Ji ber vê yekê ew tu tedbîran nagirin. Hikûmetê li gorî bangên ku heta niha hatine kirin gaveke berbiçav neavêtiye. Ger hûn nexwazin tiştekî bikin, hûn wê dişînin komîsyonê. Ji ber ku tişt li Tirkiyeyê bi vî rengî diçin, yan na; ev eşkere ye. Ger hûn li dijî vê yekê siyaseteke bibandor pêş nexin, dê tu encam dernekeve. Li kîjan devera cîhanê be jî, muxatabê aştiyê civak e. Ji ber ku ya ku aştiyê çêdike civak e." 
 
MA / Esra Solîn Dal