Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim

img
 
ENQERE- Di Lijneya Gitşî ya Meclîsê de Turhan Çomez yê ÎYÎ Partiyî der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de heqeret kiribû. Pervîn Buldan bi tundî bertek nîşan da û got: “Tu mafê kesî tuneye, qethiyen ez bêrêzdariyeke wisa qebûl nakim.”
 
Serokwekîla Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) Pervîn Bultan bertek nîşanê heqeretên ku serokwekîlê Koma ÎYÎ Partî Turhan Çomez  li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû, da. Pervîn Buldan got: “Ez van gotinên we red dikim. Tu mafê kesî tuneye.”
 
Turhan Çomez yê ÎYÎ Partiyê di Lijneya Giştî ya Meclîsê de mafê gotinê girt û banga "piştgiriya pozîtîf a pêvajoyê" ya Abdullah Ocalan di çapemeniyê de kiribû bibîr xist û Pervîn Buldan hedef girt. Turhan Çomez çûyîn û hatina Pervîn Buldan a Îmraliyê û ragîhandina peyamên Abdullah Ocalan wek "agahbir" bi nav kir.
 
Turhan Çomez piştre heqaret li Abdullah Ocalan kir. Pervîn Buldan li ser vê mudaxale kir û ew da sekinandin. Pervîn Buldan bilêv kir ku ew van îfadeyan qebûl nake û got: “Ez van gotinên we red dikim. Mafê tu kesî tuneye tiştek wisa bike. Qethiyen ez vê bêrêzdariyê qebûl nakim. Hûn nikarin gotinan bêjin. Ez karekî bikim ji bo Tirkiyeyê dikim.”
 
Piştî nîqaşan Pervîn Buldan 15 deqeyan navber da runiştinê.