Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
- polîtîka
- 16:32 30/3/2021
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di komcivîna li Meclîsê de axivî û li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li CPT'yê kir. Bûldan li dijî hewldana girtina partiya xwe jî got: "Em ê ji rêya xwe paş ve gav neavêjin. Soza me ya têkoşînê ya ji bo gelan heye, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê gelên Tirkiyeyê bê HDP nehêlin."