Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin
- polîtîka
- 09:49 18/11/2020
Bi hinceta ku tevlî “Meşa Demokrasiyê” ya partiya xwe bûne, derbarê parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin.
Bi hinceta ku tevlî “Meşa Demokrasiyê” ya partiya xwe bûne, derbarê parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin.
Serokwekîlê Koma HDP’’ê Sarûhan Olûç, daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ên derbarê reformên darazê de bi bîr xist û pirsa ku çima ewqas HDP’î girtî ne kir.
TEV-DEM'ê, têkildarî gengeşiya li başûrê Kurdistanê ya di navbera hêzên kurd de daxuyanî da û bang li hêzên niştimanî kir ku bi helwesteke netewî kongreya niştimanî ya Kurdistanê li dar bixin.
Li ser gilîkirina parlamenterên MHP’ê, ji ber rexnekirina girtina Demîrtaş ji bo Kemal Kiliçdaroglû fezleke hat amadekirin û hat xwestin destnedana Kilkiçdaroglû bê rakirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, di hevdîtina budçeyê ya Wezartiya Ciwan û Sporê de axivî û got: “Desthilatdarî pirsgirêkên ciwan kûrtir dike. Ciwan bê karin, fêrî tiryak kêşiyê hatine kirin, fikar û gumanên wan ên pêşeroja wan hene. Divê êdî ciwan bi xwe pirsgirêkên xwe nîqaş bikin.
Şandeyeke HDP'ê ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî di nav de, Yekitiya Bijîşkên Tirk (TBB) ziyaret kir.
Wezîrê Parastina Netewî Hûlûsî Akar di nîqaşên budçeyê de axivî û qedandina pêvajoya çareseriyê bi komkujiyên DAIŞ’ê yên li Pirsûsê, Enqere, Dîlok û Balafirgeha Stenbolê ve girê da.
Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu ji bo li bajêr “polîtîkayên şerê taybet derkeve holê” xwest Meclîs Lêpirsînê bike.
Hevberdevkê Komîsyona Karên Hilbijartinê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî “Qanûna Hilbijartinê” ya ji aliyê îqtîdarê ve tê xwestin were guhertin nirxandin û got: “AKP dibîne ku dengê wan ketine û dixwaze bi vê guhertinê alternatîfek çê bikin.”
Cîgira Wekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îstîfaya Beraat Albayrak îflas û têkçûn e û got: “Her ku ew bi ser me ve werin dê li ser Twîtter û Înstagramê nûçeyê îstîfayê werin û berê wan bikeve hev.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku tenê îstîfaya Wezîrê Maliyê Berat Albayrak têr nake û wiha got: "Lazim e Erdogan û hemû kabîneya Erdogan îstîfa bikin. Niha pêdivî bi hilbijartinek pêşwext heye."
HDP'ê, bi armanca texrîbatên krîza aborî û civakî derbikevin holê, çareserkirina krîzê û krîza pir alî ya tê jiyîn de, desthilatdarî agahî bide, xest ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de civîna giştî bê lidarxistin.
Akademîsyen Kamuran Berwarî, helwesta PDK'ê ya li dijî gelê Kurd nirxand û anî ziman ku PDK li gorî daxwaza hikûmeta Tirkiyeyê gavan davêje û ev yek zerarê dide. Berwarî, da zanîn ku di nava PDK'ê de piranî endam û rêveberên wan li dijî şer in û got: "Çareseriya qrîza di nava PDK û Tirkiyeyê de nerînên Ocalan e. Nerîna Ocalan a Yekîtiya Neteweyî ye.
MYK’a HDP’ê, diyar kir ku çavkanî û berpirsê qrîzê Serokkomar Erdogan e û banga îstifayê li Erdogan kir û ev tişt got: “Tekane rêya ku Tirkiyeyê ber bi selametiyê ve bibe çûna hilbijartinê ye.”
Şêniyên Sinûnê ya Şengalê, li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê pêk hat, meşek li dar xistin û daxuyanî dan. Şêniyan anîn ziman ku nexwazin hêzên bûne sedema qirkirinê vegerin Şengalê û ji hikûmeta Iraqê û aliyên peywendîdar re jî xwestin Şengalî bi xwe xwe rêve bibin.