Bîlgen: Dirêjkirina 3 mehî diqede ya 3 salî destpê dike
- polîtîka
- 13:45 18/7/2018
Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got: "Dirêjkirinên 3 mehî diqedin lê vê carê dirêjkirinên 3 salî têne destpêkirin."
Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got: "Dirêjkirinên 3 mehî diqedin lê vê carê dirêjkirinên 3 salî têne destpêkirin."
Serokê OSP'ê Sînan Çiftyurek, daxuyaniya Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistan a Federe Neçirvan Barzanî a der barê Qendîlê de rexne kir û got: 'Divê kurdên Başûr û kurdên li Tirkiye li dijî vê yekê helwesta xwe nişan bidin. Çawa ku Efrîn û Şengal ya hemû kurdan e, Qendîl jî çiyayê hemû kurdan e."
26 xalên sererastkirina piştî ji bo OHAL’ê hatin amadekirin têkildarî van xalan daxwaz pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin.
HDK’ê encamnameya civîna Meclîsa xwe ya Giştî aşkere kir û got: “Di serdema nû de li şûna parlamentoyê divê kolan bêtir esas bê girtin. Ji dema berê cudatir rêxistinbûyîna kolana lazim e.”
Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo kongreya awarte pêk bîne dest bi komkirina îmzeyan kir.
Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, ku her dem li dijî OHAL'ê dengê xwe bilind kir, bal kişand ser pêvajoya OHAL'ê û diyar kir ku Tirkiye tu carî serdemek wisa nejiya ye û wiha got: "Îktîdarê hewldana darbeyê ji bo xwe kir firsend. Em dikevin pêvajoyek ku parastina wê tune ye."
Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 19 salin tê girtin û got: "Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha em tu agahî ji tenduristî û ewlehiya Ocalan nastînin. Tenê di 11'ê Îlona 2016'an de Mehmet Ocalan carekê hevdîtin kir û wekî din em tu agahî nastînin. "
Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, bal kişand ser biryara der barê doza Somayê û wiha got: "Biryara hatiye dayîn girêdayî kabîneya nû ye. Bi vê biryarê komkujî rewa û asayî kirine. Bi vê biryarê hikûmet li pişt sermayedaran sekiniye. Bi vê biryarê edalet bin ax kirin."
Di dengdayîna ji bo Serokatiya Meclîsê de namzetê AKP'ê Bînalî Yildirim di tûra 3'yemîn de 335 deng girtin û bû Serokê Meclîsê.
Piştî Ayhan Bîlgen bû Serokwekîlê Koma HDP’ê, parlamentere Stenbolê Saruhan Oluç jî bû berdevkê HDP’ê yê nû.
HDP’ê parlamentera xwe ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ji bo namzetiya Serokatiya Meclîsê da nîşandan.
Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tev li merasîma Erdogan a li Qesra Bêştepeyê bû û piştî merasîmê Barzanî bi Erdogan re hevdîtinek kurt kir.
Pergala Serokomariyê ku di heman demê de serokê partiyê ye, piştî dîroka 95 salan a Komarê yekem car bi sondxwarina Serokomar Tayyip Erdogan a li Meclîsê bi awayekî fermî ket meriyetê.
HDP dê bi temsîlî beşdarî merasîma sondxwarina Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan a Desteya Giştî ya Meclîsê bibe.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Buldan û Temellî, bertek nîşanî KHK’a dawî hat derxistin dan û gotin: “Nîqaşên rakirina OHAL’ê xeyalîne.”