Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
- polîtîka
- 17:06 26/2/2024
Hevsrokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan navçe bi navçe tev li hevdînên gel bû û anî ziman ku ew di şandina qeyûman de bi biryar in.
Hevsrokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan navçe bi navçe tev li hevdînên gel bû û anî ziman ku ew di şandina qeyûman de bi biryar in.
Namzetên DEM Partiyê yên Stewrê Selahattîn Onder û Hatîce Oncu, destnîşan kirin ku dê di çarçoveya daxwazên gel de xebatan bimeşînin û diyar kirin ku dixwazin bi avakirina qadên îstîhdamê pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin.
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarokê Tilqebînê Besê Cevîz û Lezgîn Kosen gotin ku ew ê pirsgirêkên gel bi gel re çareser bikin û projeyên xwe vegotin.
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeya Dihê ya Sêrtê Evîn Ertan û Huseyîn Oktayi diyar kirin ku şaredarê heyî yê AKP’yî tenê ji bo malbata xwe dixebite û gotin: “Em ê serbikevin û em ê vê serkeftinê diyariyê hezkiriyên Çiravê û Dihê bikin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li navçeya Panosê tev li vekirina buroyê û danasîna namzetan bû, qala serkeftina ku dê di hilbijartinê de bi dest bixin kir û wiha got: “Ev ne meseleyeke partiyê ye, ev meseleyeke azadiyê ye.”
DEM Partiyê li Rihayê starta hilbijartinê bi serdana Emîne Şenyaşar da. Li Stenbolê jî namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hatin pêşwazîkirin.
Hevserokê navçeya Tiloya Sêrtê Hayrettîn Yilmaz ku di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, destnîşan kir ku rol û mîsyona mela, şêx û alimên Tiloyê hertim aşitî bûye û wiha got: “Ez hêvîdarim ku şêx û alimên niha jî vê rol û mîsyona xwe bi cih bînin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di vekirina buroya hilbijartinê ya Elkê de axivî û wiha bal kişand ser “hilbijêrên gerok” ku ji leşker û polîsan pêk tê: “Ne Îskender ne jî Parsan nekarîn van çiyayên hûn dibînin derbas bikin. Dê diz qet nekarin.”
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran bi gel re hatin bahev.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qersê di hevdîtina gel de axivî û wiha bertek nîşanî qedexeyên li dijî zimanê kurdî da: “Dev ji dayîna dengan berde, divê mirov silavê jî nede van kesan.”
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku hedefa wan ew e ku bi ser kevin û wiha got: “Li Stenbolê dem dema jinan e. Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin.”
DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir.
Gulan Fatma Onkol û Adnan Orhan ên ji aliyê DEM Partiyê ve ji bo navçeya Sûrê ya dîrokî weke namzet hatin nîşandan, diyar kirin ku armanca wan a bingehîn ew e ku pêkanînên ku bîr û nasnameya bajêr hedef digirin ji holê rakin û ji bo kesên ji warê xwe çûne projeyan deynin holê.
DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Bêrecûkê bi girseyî buroya hilbijartinê vekir. Li Mêrdînê jî namzetên xwe da danasîn.
Di danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê de ji jinan heta zarok, astengdar, ciwan û kalan ji bo gelek derdorên cuda yên civakê proje cih girtin. Di danezanê de wiha hat gotin: “Bêyî ku em bibêjin tu, ez, em û hûn, bi DEM Partiyê re em tevek dê bi hev re bi ser kevin. Em ê teqez bi ser kevin.”