Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
- polîtîka
- 16:05 18/11
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara dawî civiya.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara dawî civiya.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand û got ku heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, têkildarî çûna komîsyonê ya Îmraliyê axivî û got: “Biryara di vê mijarê de bi temamî ya komîsyonê ye.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Bahçelî, bi daxuyaniya xwe ya têkildarî çûna Îmraliyê wêrektiya berpirsyariyeke dîrokî nîşan daye û got: “Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê.”
Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê Çaglar Çaglayan destnîşan kir ku dosyeya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ne hiqûqî, siyasî ye û got: "Li vî welatî rojên pir tarî hatine derbaskirin û em ê vê jî derbas bikin. Bila kes xem neke."
Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û got: “Komîsyon êdî gihiştiye qonaxa dawî. Tu wateya xwenedayîna ber a çûna Îmraliyê nîne. Heke kesek xwe nede ber vê serdanê, ez dikarim 3 hevalên xwe bidim gel xwe û biçim Îmraliyê.”
Berdevkê Demê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Mahîr Gurz destnîşan kir ku sedema gavneavêtina desthilatdariyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk "dirêjkirin" e û got: "Aştî bi bernameya têkoşîna hevpar a hemû bindestan ve dikare bê geşkirin."
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de heta niha gavên yekalî hatine avêtin û got ku li pêşiya komîsyonê amadekirina zagona taybet heye.
Li rexekî gavên yekalî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd li cîhanê deng veda û li rexa din jî Komîsyona Meclisê hêj neçûye Îmraliyê. DBP'iyan bertek nîşan dan û got: "Divê komîsyon biçe Îmraliyê û deriyê heta dawiyê bê vekirin."
Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu têkildarî pêvajoyê axivî û got ku divê ji bo pêşketina pêvajoyê gavên baweriyê didin bên avêtin. Wekîlê DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jî anî ziman ku piştgiriya civakê ya ji pêvajoyê re girîng e.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna hevşaredarên partiyî de axivî û got: “Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan. Daxwaza me zelal e. Divê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin dîsa radestî îradeya gel bên kirin.”
Wekîla DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyên gerîlayan û astengkirinan da û got ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê, diyar kir ku divê desthilat têkildarî hevdîtina Komîyona li Meclisê bi Abdullah Ocalan re xwedî helwestek zelal be.
Serokkomar Tayyîp Erdogan dê saet di 18.00'an de serdana Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bike.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku divê komîsyon bêyî dereng bimîne tavilê biçe Îmraliyê û got: “Ji bo birêz Ocalan bikare baş bi rola xwe bilîze, ji bo îradeya raber kiriye bibe destkeftiya hevpar a 86 milyonan, divê ev daxwaza her kesekî be.”