Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
- polîtîka
- 15:25 16/4/2023
Partiya Çepên Kesk li navçeya Dihê bûroya hilbijartinê vekir. Di vekirina bûroya hilbijartinê de peyama “Em ê di 14’ê Gulanê de îktîdarê têk bibin” hate dayîn.
Partiya Çepên Kesk li navçeya Dihê bûroya hilbijartinê vekir. Di vekirina bûroya hilbijartinê de peyama “Em ê di 14’ê Gulanê de îktîdarê têk bibin” hate dayîn.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di hevdîtina li Qereçobanê de axivî û wiha got: “Qala pêvajoya çareseriyê dikin. Ma yên ku mase wergerandin û yên mutabaqata birêz Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?”
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Aydinê Celal Gumuş, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a Aydinê ew e ku JES dibin sedema talankirina ekolojiyê û got ku armanca wan ew e ku ji boi têkoşîna bajêr 2 parlamenteran bişînin meclisê.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li Agirî ya ku baskê tûra hilbijartinê yê Partiya Çepên Kesk ê Serhedê gihiştiyê axivî, wiha got: “Em dixwazin rêya çareseriya kurd, aştî û azadiye vekin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ew ê Partiya Çepên Kesk li Aydinê 2 parlamenteran bi dest bixe û got: “Wê parlamenterên ji vir bên bijartin bibin pira azadî û demokrasiyê ya navbera Egeyê û Kurdistanê.”
Partiya Çepên Kesk bi coşek mezin buroya xwe ya hilbijartinê li Hezexê vekir. Hevseroka Giştî yê DBP’ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku mifteya aştî û demokrasiye di destê kurdan de ye.
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ê bi têkoşîna xwe ya edaletê bû sembol, diyar kir ku wê li Meclisê bibe dengê milyonên ku rastî bêedaletiyê hatin û derbarê namzetê AKP’ê Bekîr Bozdag de wiha got: “Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re.”
Partiya Çepên Kesk li Nisêbînê bi tevlibûna hezaran kesan re buroya hilbijartinê vekir.
Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Emîralî Turkmen diyar kir ku Enqere mehkûmî siyaseta du bend nebûye û got: “Wê ji niha şûn ve li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe.”
Partiya Çepên Kesk ku dê sibê maraton hilbijartinê ji 5 milan ve bide destpêkirin, dê li 60 navendan mîtîngan li dar bixe.
Li Rihayê Partiya Çepên Kesk pêşengiya pêşbaziya hilbijartinê dike. BErnameya danasîna namzetên Partiya Çepên Kesk a li Rihayê veguherî şahiyê. Her kes li Rihayê berê xwe dide Çepên Kesk û ji niha rengê xwe bi Çepên Kesk pêça ye.
Li Sêrtê namzetê rêza yekemîn ê AKP’ê Mervan Gul e. Ew di serdema ku şaredar bûye de bi gendeliyên xwe tê zanîn.
Namzeta parlamenteriyê ya rêza duyemîn a Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Parêzer Arzû Eylem Kayaoglû bal kişand ser girîngiya ewlehiya sindoqan û diyar kir ku ji bo li temamê Tirkiye û Kurdistanê di her dibistanê de herî kêm parêzerek û di her sindoqê de muşahîtek hebe xebatên xwe didomînin.
Li bajarê Rihayê kevneşopiya tevgera siyasî ya kurd ji HEP’ê heta îro bi Patiya Çepên Kesk didome. Demek ku kurdan li Rihayê 13 hezar deng werdigirt, niha derxistine bi ser 300 hezarî re û Partiya Çepên Kesk hewl dide bibe partiya yekemîn.
Partiya Çepên Kesk namzetên xwe yên parlamenteriyê da nasîn. Hevberdevkê partiyê Îbrahîm Akin diyar kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de deriyê biharek nû vekin.