DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
- polîtîka
- 14:56 20/9/2022
DBP’ê bi daxuyaniyekê gelê Rojhilat silav kir ku li dijî qetilkirina Mahsa Amînî derketin kolanan û li dijî rejîma Îranê çalakiyên protestoyî li dar dixe. DBP’ê diyar kir ku li dijî hemû êrişên ser jinan bersiva herî xurt, bi bihêzbûna têkoşîna azadiyê ya jinan pêkan e.