Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kirin ku li dijî polîtîkayên şerê taybet di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût de li hev kom bûne û gotin: "Ciwan hêza dînamîk a vê civakê ne. Hêza îtirazê ya li hemberî pergalê ne. Ciwan divê li dijî pergala kujer û qetilker xwe birêxistin bikin."