Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kir ku berpirsê mirina Enes Kara yê ber bi xwekuştinê ve hat hêlkirin îqtidar e û li dijî polîtîkayên AKP'ê ji bo rêxistinbûyînê bang kir.
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kir ku berpirsê mirina Enes Kara yê ber bi xwekuştinê ve hat hêlkirin îqtidar e û li dijî polîtîkayên AKP'ê ji bo rêxistinbûyînê bang kir.
Li Amedê du ciwanên HDP'î yên ku polîsan bi tahde û gefxwarinê sîxurtî li wan ferz kirin, serî li ÎHD'ê dan.
Xwendekarê tipê Enes Kara ku li wargeha cemaetê dima, piştî zexta ku li dihat kirin vegot dawî li jiyana xwe anî.
Endamê Lijneya Rêveber ê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ozan Yildiz ku di encama derbaskirina qeyrana dil de jiyana xwe ji dest dabû, hat bibîranîn.
Bi hezaran ciwanên ku di kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de hatin ba hev, diyar kirin ku ew ê li dijî zextan serî netewînin û gotin: “An azadî an azadî.”
Ciwanan ku ji bo kongreya Meclisa Ciwanan a HDP'ê ji çar aliyan ve hatine Amedê, biş gerandina govendê dest bi rojê kirin.
Li Êlihê ji bo 3’yemîn Kongreya Asayî ya ku Meclîsa Ciwanên HDP’ê sibê li dar dixe, banga tevlîbûnê hat kirin.
Ciwanên HDP’ê yên li Êlihê û Herêma Egeyê bang li ciwanan kirin ku beşdarî Kongreya Asayî ya Ciwanan ku dê sibê li Amedê were lidarxistin bibin.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo beşdariya Kongreya Asayî ya 3’yemîn ku wê di 26’ê mehê de li dar bixe, li Qada Deriyê Çİyê belavokan belav kir.
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Husamettîn Tanrikûlû bi lêv kir ku ciwan hêza motorê ya civakê ye û wiha got: “Em dixwazin bi feraseta siyaseta demokratîk û civaka demokratîk, modela jiyaneke nû pêşkeş bikin.”
Meclisa Ciwanan a HDP'ê, ji bo kongreya ku wê di 26'ê kanûnê de li Amedê bikin banga tevlîbûnê kir û ev tişt got: "Em diçin xurtkirina angaşta xwe ya jiyana nû."
Meclisa Ciwanan a HDP'ê, beriya kongreya xwe li Edenê hevdîtina ciwanan li dar xist û ev peyam da: "Di siyasetê de em hene, weke ciwan em tên guhertina siyasetê."
Meclîsa Ciwanên HDP’ê di çarçoveya kampanyaya “Niha dema ciwanan e” de li Geverê bi tevlîbûna gelek ciwanan şahiyek li dar xist.
Gelek xwendekar ji bo çalakiya “Em nastrin” hatin Enqereyê ji aliyê polîsan ve ketina wan bajêr hat astengkirin. Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir û 30 xwendekar binçavkirin. Ev kom li bendê ku bikevin bajêr.
Meclîsa Ciwanên Şirnexê ya HDP’ê, diyar kirin ku hedef girtina endamê wan Mehmet Mîraç Dînç a ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ve, xeleka dawî ya konsepta li dijî kurdan xistine dewrê ye.