Osteyê îşkence li şagirtê xwe kir hat berdan
- aborî-ked
- 12:07 25/11/2019
Li Konyayê oste Fatîh S. yê ku îşkence li şagirtê xwe yê 16 salî M.A., kir, serbest hat berdan.
Li Konyayê oste Fatîh S. yê ku îşkence li şagirtê xwe yê 16 salî M.A., kir, serbest hat berdan.
Li Tirkiyeyê 3 milyon û 614 hezar sûriyeyî dimînin. Ji vana tenê destûra 31 hezar û 185 kesî heye ku bixebitin. Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ercument Akdenîz, anî ziman ku ji bo karkerên penaber karibin destûra xebatê bigirin, divê 8 salan wekî "koleyên modêrn" bixebitin û serê xwe li ber patrona bitewînin û aktivîsta mafên penaberan Nûrgul Elçîk jî, diyar kir ku nexasim jî penaberên jin wekî "kirdeyeke pasîf" tên dîtin.
Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm daxuyandibû ku wan siyanur qedexe kiriye. Parlementerê HDP'ê Garo Paylan, ji bo vê daxuyaniyê got: "Bi qedexekirina madenekê hûn nikarin pêşî li ber întiharan bigirin. Întiharên heyî wêneyê rastiya krîza aborî nişan dide."
Serokê Lîmter-Îş'ê Kanber Saygili, ji bo mitînga Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, banga tevlîbûnê kir û ev tişt got: "Em bi milyonan kedkar, xîzanî, tunebûn û hejariyê qebûl nakin."
Egîtîm Senê li Enqereyê mitînga şermezarkirina butçeyê li dar xist. Seroka Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan banga “Butçe ne ji şer re ji perwerdehiyê re” bang li hikumetê kir. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got ew ê li dijî polîtîkayên hikumetê li qadan bin.
Osman Çali yê astengdar, bal kişand ser krîza aborî û got: "Kes nikare bi meaşê kêm debara xwe bike, lê ez ê çawa bi meaşê xwe yê astengdariyê 450 lîreyî debara xwe bikim."
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê li dijî qeyûm û KHK’iyan daxuyanî da. Serokê TUMBEL-SEN’ê Erdal Bozkurt di daxuyaniyê de got: “Yek armanca qeyûman heye ew jî rantê li AKP’iyan û rêxistinên nêzî xwe belav dikin.”
Li Dersimê palehiya silkê ber bi dawiyê ve diçe. Lê cotkaran got ew ji xêrûbera îsal ne kêfxweş in.
Karkerên înşeatê yên di projeya otelê ya Komeya Şîrketan a Gentes a li Cezayîrê de xebitin û ev 6 mehin meaşê wan nayê dayîn, li ber navenda komê dest bi çalakiyê kirin.
Serokê Odeya Bijîşkên Enqerê Prof. Dr. Vedat Bûlût di civîna çapemeniyê ya derbarê întîxarên zêde bûyîn hat lidarxistin de axivî û got: “Di dema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan întîxar kirin. Pirsgirêka sereke polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê ne.”
Waniyan anî ziman ku sedema krîza aborî zext û zoriyên li ser kurda û muxalefetê ne û gotin, heta şer bi dawî nebe ne krîz hel dibe jî wê gel rihet bibin.
Li gorî raporan li Tirkiye rêjeya betaliyê ji sedî 33 ye. Lê li bajarên herêmê ev rêje zêdetir e. Li Amedê li hin malbatan betalî ji sedî 100 e. Mînaka vê yekê malbata Dundar a xwedî 7 nifûsî ye. Malbata Dundar ji ber hemû betal in, nikarin debara xwe bikin.
Serokê Şaxa Sendîkaya Sosyal-Îş'ê ya Stenbolê Mûstafa Agûş, destnîşan kir ku xebatkarên li AVM'yan di şert û mercên zor û zehmet de dixebitin û got, bi berxwedana karkerên Kotonê re xebatkarên li AVM'yan tozika mirinê ya li ser xwe avêtine.
Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê ya Sînopê Zekî Karataş, ji bo santralên nukleerê yên tên çêkirin anî ziman ku Tirkiyeyê vediguherînin çopgeha nukleerê û got, bi têkoşîneke topyekûn wê santral bên astengkirin.
Dê ji bo Zirarên Peyvirê ya ku tê gotin rê li pêş nelirêtiya butçeya welat vedike, ji butçeya sala 2020'an 99 milyar û 579 milyon TL pere bê veqetandin. Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, diyar kir ku di bin navê “Zirarên Peyvirê" de pereyan didin fîrma û bankayên ku bîlançoyên xwe xerç kirine.