• img

    Polîsan mudaxiliyê karkeran kir û nêzî 40 kesan binçav kirin

    Karkerên Posco Assan ên ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, ji bo daxwazên xwe bînin ziman meşiyan Enqerêyê. Lê polîsan meş asteng kir û nêzî 40 kesan bi erdêre kaş kirin û binçav kirin.

  • img

    Zarok 12 saetan bi 30 TL dixebitin

    Li Mêrsînê her ku dem derbas dibe bêtir zarok bi awayekî dijfermî di atolyeyên tekstîlê de kar dikin. Zarokên dijfermi kar dikin 12 saetên dixebitin û tenê 30 TL heqdest distînin. Zaroka 14 salî bal kişand ser xizaniya malbata xwe û diyar kir ku bi mezinan re heman karî dike, lê heqê kêm distîne.

  • img

    Beko: KHK'a taşeron li dijî makeqanûnê ye

    Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko bertek nîşanî sererastkirina taşeronî ya bi rêya KHK'ê da û ev tişt got: "Bi rêya KHK'an sererastkirina karkerên taşeronî li dijî makeqanûnê ye. Heta em komara taşeronî hilneweşînin dê têkoşîna me dewam bike."

  • img

    Li Amed û Wanê îxrackirina kedkaran şermezar kirin

    Li Amed û Wanê rêxistinên kedê, bi KHK’iya nû îxrackirina kedkarên cemaweriyê şermezar kirin.

  • img

    Beko xwest ji bo heqê herî kêm kaxizê têxin destê xwe û dakevin bazarê

    Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, daxwaza Turk Îş'ê ya heqê herî kêm hezar û 893 TL da. Dîsa helwesta TÎSK û Wezareta Ewlehiya Kar û Civakî Julide Sarieroglu ya li hemberî vê daxwazê ji rexne kir û xwest kaxiz û pênûsê têxin destê xwe û derkevin bazarê.

  • img

    Rêxistinên ked û pîşeyî: Em ji pergala taşerontiyê bi guman in

    Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu bal kişand ser sererastkirina ku kadrotiyê ji bo karkerên taşeronî tîne û ev tişt got: "Pêşnûmeyeke ku hikumetê şakera kiriye li holê tune. Em der barê pêvajoyê de bi guman in."

  • img

    Gorgun: 'Mizgîniya kadro' sozên vala ne

    Nûnerê Herêma Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfûn Gorgun, diyar kir ku îktîdar her dem pirsgirêka taşeronan ku wê ava kiriye dike amûrê hilbijartinê. Gorgun, anî ziman ku AKP'ê ji bo heq û keda erzan pergala taşeron li serê Tirkiye kiriye bela û sozên Kadro vala ye.

  • img

    ‘Dewlet ji bo berjewendiyê karmendan saziyan tune dihesibîne'

    Berdevkê Herema Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfur Gorgun, diyar kir ku bi mezinbûna enflasyonê re heqdestiya herî kêm heliya ye, ji bo berjewendiyên karmendan dewlet rêveberî û saziyan tune dihesibîne.

  • img

    Rewşa esnafên Sûrê ne tu rewş e

    Di nûçeyên der barê aboriya Sûrê de ku dihat diyarkirin rewşa aboriya Sûrê baş dibe, lê esnafên Sûrê dibêjin ku ew ber xwe nabînin û rewşa wan ne tu rewş e.

  • img

    205 roj in li ber xwe dide

    Avahîsaz Alev Şahîn ku bi KHK’ê ji kar hat avêtin, di 30’yê Çileyê de dest bi çalakiyê kir. Şahîn 4 rojan li Duzceyê û 3 rojan jî li Kolan Yukselê ya Enqereyê çalakiya xwe berdewam dike. Şahîn ku du zivistanên xwe li derve derbas kirin, diyar kir ku di carekê de mirov dest bi berxwedanê dike.

  • img

    'AKP kadroyên xwe bi cih dike'

    Karkeran da zanîn ku pêşnûmeya der barê karkerên taşeronî ya berpêşî Meclîtê tê kirin wan nahebîne ev tişt gotin: "Tê gotin ku dê lêpirsîna ezmûn û ewlehiyê pêk bînin. AKP bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê, kadroyên xwe bi pêş dixe û fikarên me yên di vê der barê de zêde ne."

  • img

    'Girîngiyê nadin senetkaran'

    Li navenda Bedlîsê 3 hostayên hesin mane û yek ji wan jî Sabrî Bakar e. Ji ber ku hostayên nû bi pêş nakevin, bi gazin e û wiha got: “Dewlet girîngiyê nade senet û senetkaran. Ji ber bê karê me li ber tunebûnê ye.”

  • img

    Akçelîk: Ayende di Tirkiyeya beyî AKP'ê de ye

    Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB'a Stenbolê Cevahîr Efe Akçelîk, di foruma "Ne OHAL, em demokrasiyê dixwazin" de axivî û ev tişt got: "Ayendeya (îstîkbal) xizan û kedkaran di Tirkiyek bê OHAL, bê KHK û bê AKP'ê de ye."

  • img

    Cotkarên pembu tişta qezenc dike dide avê!

    Cotkarên Amedê destnîşan kirin ava ji GAP'ê didin zeviyan, buhayê wê gelekî zêde ye û aşkera kirin ku qezenca wan hemû diçe avê.

  • img

    Karkerên taşeron: Em naxwazin bibin pêlîstokê hikumetê

    Hikumetê "Mizgîniya kadroyên taşeronî!" dabû karkeran, lê karker bi guman li vî sozê hikumetê dinhêrin û dan zanîn ku ew naxwazin bibin pêlîstokên hikumetê û xwestin xebatên taşeronî bên qedexekirin.

LÊGERÎN