Di kana komirê de hezaz pêk hat
- aborî-ked
- 14:35 27/11/2017
Li Zonguldakê di kana komirê de hezaz pêk hat û 3 karker di kanê de dorpêçkirî man. Ji karkeran yek hat rizgarkirin, xebatên ji bo 2 karkeran dewam dike.
Li Zonguldakê di kana komirê de hezaz pêk hat û 3 karker di kanê de dorpêçkirî man. Ji karkeran yek hat rizgarkirin, xebatên ji bo 2 karkeran dewam dike.
Karker li gel hewa sar jî li zeviyên pembû bê ewlehiya kar dixebitin û bi hêviya ku karek baştir ji xwe re bibînin kardikin. Bi piraniya karkeran ji zarokan pêk tê.
Bihabûna dovîzan li ser ajokarên TIR’an jî bandorek neyînî kir. Ajokarên TIR’ên li Mêrsînê diyar kirin ku ji ber bar tune ye nikarin ji parka TIR’an derbikevin û gotin: “Karê neqliyatê hatiye asta xelasbûnê.”
Hin karkerên ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, aşkera kirin ku aboriya welat her roj xirabtir dibe û wiha gotin: "Wezîr her dem îdia dikin ku aborî baş e. Rast e, aborî baş e, lê li gorî bêrîka wan baş e, ji bo me rewş li holê ye."
Karkerê bi navê Mahîr Kiliç 13 roj e li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji bo vegere karê xwe, di greva birçîbûnê de ye. Kiliç got ku "Hevjîna min du canî ye, ez ji bo wan têkoşînê didim" û wiha axivî: "Ez neçarim vê têkoşînê bidim. Berpirsyariyên min hene. Malbateke min a ku divê ez wam xwedî bikim heye. Heta vegerim karê xwe ez ê tê bikoşim."
Semsûriyan bertek nîşanî zagona guhertina titûnê dan û gotin: “Çavkaniya debara me tenê titûn e. Titûnê xistin nav siyasetê. Ev zagon dê gel mehkumî karkeriya demsalî bike.”
Ji hezar û 700 karkerên Real Hîpermarketê ku bi hîle û xurdeyan mafên wan hat xespkirin Ayşe Atbaş, diyar kir ku ew wek koleyan dewrî Mexazeyên Begendîkê hatine kirin û beramberiya keda wê ya 17 salan “bîrçîtî” ye.
Di serdemeke ku krîza aborî bandorek neyînî li hemû qadan kiriye de, ji ber sarbûna hewayê herî zêde rewşa karê firoşkarên sergînan/tepikan baş e. Sergînên ku hem erzan hem jî xwezayî ne, van rojan rastî eleqeyek zêde tên.
Titûnvanên li Semsûrê qanûna ku cezayê hevsê tîne şermezar kirin, lê polîsan êrîşê çalakvanan kir. Hat gotin ku gelek kes birîndar bûne û hin ji çalakvanan hatine binçavkirin.
Navçeya Nîzîpê bi zeytûnê xwe tê nasîn. Ji ber zuhabûnê zeytûn hişk dibin.
Ji ber her roj sotemenî tê zamkirin li Erziromê cotkar û sewalkar li ber îflasê ne. Ji ber zema zêdeş hin kes nikarin erdên xwe biajon û hin kes jî nikarin kayê ji sewalên xwe re bibînin.
Îsal jî ji ber zêdebûna buhayên sotemenî, ceryan, tov gubre û zêdebûna baca salane, çotkarî nikarin çandiniyê bikin. Ji ber vê yekê cotkar ji neçarî berhem û zadên xwe bi buhayên sala par difiroşin.
Karkerê bi navê Mahîr Kiliç ji bo mafê xwe yê kadro û heqên xwe yên jiyanî bistîne, ji kar hat avêtin û 11 roj e di greva birçîbûnê de ye. Polîsan êrîşê Kilinç kir û ew binçav kirin.
Xweyîkerên sewalan ên li Îdirê anîn ziman ku ji ber goştê îthal ew bi rojên zor re rû bi rû ne. Xweyîkeran destnîşan kirin ku ev politikaya tunekirina sewalvaniyê ye û wiha got: “Wê 2-3 sal şûnde li Tirkiyeyê heywan neyên peydakirin. Divê dewlet polîtîkayên xwe rast bike."
Komek karker, bi armanca piştgiriyê bidin Mahîr Kiliç ê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê ve ji kar hat avêtin û 10 rojin di grevê de ye, li ber şaredariya Îzmirê daxuyaniyê dan. Karkeran diyar kirin ku Mahîr Kiliç li dijî neheqî û bê edaletiyê têdikoşe.