Karkerê li ber ÎBB'ê di grevê de: Malbateke me ya em xwedî dikin heye
- aborî-ked
- 14:22 25/11/2017
Karkerê bi navê Mahîr Kiliç 13 roj e li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji bo vegere karê xwe, di greva birçîbûnê de ye. Kiliç got ku "Hevjîna min du canî ye, ez ji bo wan têkoşînê didim" û wiha axivî: "Ez neçarim vê têkoşînê bidim. Berpirsyariyên min hene. Malbateke min a ku divê ez wam xwedî bikim heye. Heta vegerim karê xwe ez ê tê bikoşim."
