Civaknas Dûrak: Astengkirina zimanê zikmakî qirkirina çandî ye
- analîz
- 09:12 24/10/2020
Civaknas Yasîn Dûrak qedexekirin û astengkirina axaftina bi zimanê zikmakî wekî "qirkirina çandî" pênas kir û got ev jî bi qasî qikirinê sûcekî mezin e.
Civaknas Yasîn Dûrak qedexekirin û astengkirina axaftina bi zimanê zikmakî wekî "qirkirina çandî" pênas kir û got ev jî bi qasî qikirinê sûcekî mezin e.
Hiqûqzan Mahmût Şakar, diyar kir ku li dijî Modernîteya Kapîtalîst ku Rojhilata Navîn veguherandiya gola xwînê alternatîfa tekane Modernîteya Demokratîk ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nûnertiya wê dike ye û got: “Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk di sedsala 21’emîn de nûnertiya tevgera şoreşger dike. Mînaka vê yekê ya herî şênber jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”
Ev demeke ku di navbera rêveberiya herêma di bin serweriya PDK’ê de û navenda Iraqê de li ser Şengal, Kerkûk û Maxmûrê hin hevdîtin tên kirin. Ev hevdîtin bi daxwaza Amerîka û Tirkiyê tên kirin. Ji kolandina xendekên li kolanan ên ji Şengalê heya Zaxoyê û jinûve sazkirina kelehên berê yên Seddam, ambargoya ku nêzî sal û nîvekê ye ji aliyê hikumeta Hewlêrê li ser Kampa Maxmûrê didome û her wiha hewildanên ji bo ku Eniya Tirkmenan li Kerkûkê bibe desthilatdar hemû nîşan didin ku li van herêman armanca kê çi ye û çi tê kirin.
Doç. Dr. Hakan Guneş, diyar kir ku Kurd û Fîlîstîniyan bi tekoşînên xwe, nexşeya siyasî û îdarî ya heyî ya Rojhilata Navîn ku di dorpêça hêzên kurewî de ye, dane zorê got: “Hebûn û rastiya van gelan bi rastiya emperyalîzmê re li hev nake. Ji ber vê plana emperyalîzmê kurd û filîstiyan nehat û red kirin.”
Şerê hêzên kurevî yên li Rojhilata Navîn her ku diçe geş dibe. Rojhilata Navîn êdî bûye qada şerê serdestan û bêtir polîtîkayên "Perçe bike û bi rêve bibe" pêş dixe û gelek dewletên qadê dixin nava şer. Bi zêdebûna şer re qeyran û qaos jî zêde dibe.
Di ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 22 sal borîn. Der barê komployê de siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle anî ziman ku ji bo komplo bê famkirin divê geşedanên berê bên dahurandin û wiha got: “Heta Birêz Ocalan bi temamî azad nebe ev komplo bi dawî nabe. Ji bo kompo bi dawî bibe divê Ocalan azad bibe."
Hêzên global ên hesabên wan li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn hebûn û ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji xwe re wek asteng didîtin nikaribûn bi awayek fizîkî ji holê rakin, serî li rêbaza tasfiyekirinê dan. Ev pêvajo bi derxistina Ocalan a di 9’ê Cotmeha 1998’an a ji Sûriyê gav bi gav li pêş ket.
Parêzer Ercan Yilmaz ê Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê diyar kir ku têkildarî lêpirsîna 54 kesên di xwepêşandanên Kobanê de jiyana xwe ji dest dane li şûna failên rastî li ser gumanbarên heyî tê birêvebirin û pirsa AKP têkildarî dosyeya Yasîn Boru tim tîne ziman çima behsa mirinên din nake kir.
Ji ber ku cihêkarî dikin navbera miriyan û faîlên wan dernaxên holê, birînên malbatên qurbaniyên serhildanên Kobanê 6 salên nayê pêçandin. Bavê Ekrem Kaçeroglû ku li Îzmîrê hatibû kuştin, derbarê wan rojan de ev tişt got: “Kuçeyên ku me li wan digot, ‘bila mirov nemirin’ ji aliyê faşîstan ve hatibûn dagirkirin û hewl didan me linç bikin.”
Di bûyerên 6-9’ê Cotmeha 2014’an de yên ji bo Kobanê 54 kesên HDP’yî jiyana xwe ji dest dan. Ji van kesên jiyana xwe ji dest dane hin kes di raporên hatine amadekirin de cih nagirin. Derket holê ku di van raporên hatine amadekirin de dihat gotin hin kesên mirine, lê nemirine. Her wiha kuştî û kiryar jî berevojî yên dihatin zanîn ji rêxistinên cuda derketin holê.
Peymana Petrolê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Amerîkayê re îmze kir, îhtîmal heye ku statutiyê bi xwe re bîne. Rûsya, Îran, Tirkiye û Rejîm bi awayekî aşkera ji petrole par dixwazin.
Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan di 7'ê Tebaxê de li dijî rexneyan îtîrafa "Têkoşîna bi terorê re bê pere nabe. Lêçûnên me yên zêde hene" destnîşan kir ku sedema têkçûna aboriyê şer e. Erdogan aşkere kir ku êdî nikare fînansa şer jî bike.
Êzidiyên ku heya niha bi 74 fermanan re rû bi rû mane, hîn jî li 3 hezar jin û zarokên ji Şengalê hatine revandin digerin. Parlementera êzidî Feleknas Ûcayê anî ziman ku cîhan ji bo êzidiyan xwe li korîtî, ker û lalîtiyê daniye. Ûcayê, got "êşa hevpar, birîna hevpar" û bang kir ku kes bêdeng nemîne.
Îqtîdara AKP'ê muzeya Ayasofya kir mizgeft û di 24'ê Tîrmehê de bi şûr nimêja înê kirin. Vê yekê dîsa niqaşên “xîlafetê” pêş xist. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di gelek hevdîtin û analîzên xwe de diyar kir ku feraseta îqtîdara AKP'ê ya ol, feraseta olê bi maske ye. Di esasê xwe de îman tune ye.
Nivîskar û dîroknas Erdogan Aydin, diyar kir ku Tirkiye Peymana Lozanê ji bo xwe wekî "Seneda Tapo" qebûl dike û ev peyman ji aliyê çîna serdest a Tirk ve hatiye binpêkirin. Aydin, anî ziman ku bedelê vê yekê jî Kurd û kesên ne misilman didin.