Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê
- analîz
- 09:39 05/3/2020
Di destpêka salên 2017’an êdî beşeke mezin a Êzidxanê ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û gelek malbatên ku ji ber fermanê koçber bûbûn, vederiyan axa xwe. Hêzên YBŞ-YJŞ’ê xwe rêkûpêk kirin û nîzama xwe ya leşkerî ava kirin û ewlehiya herêmê pêş xistin. Piştî avakirina YBŞ û YJŞ'ê şert û mercên jiyana li Şengalê bêtir asayî bû.
