STENBOL - Stranbêj Weysî Ermîş, destnîşan kir ku li dijî pişaftin û çanda populer dengbêjî qada berxwedana çandî ye û got ku dixwazin vê çandê ji nifşan bigihînin pêşerojê.
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM), xebatên xwe yên ji bo jiyandina kevneşopiya dengbêjiyê ku şer, hilweşandin, êş, hezkirin, qehremanî û evîniyên civaka kurd ên di dîrokê de heta roja me ya îro aniye didomîne. Dengbêjî, li dijî polîtîkayên înkar û pişaftinê û çanda populer yek ji hêmanên girîng ên berxwedanê ye. Dengbêjî dîroka kurd a tê xwestên bê jibîrkirin weke bîreke zindî dihêle.
RASTIYA JIYANA DENGBÊJ
Weysî Ermîş ku li MKM'ê xebatên dengbêjî û hunerên cuda dimeşîne, dengbêjî û berxwedana çandî vegot. Ermîş, dengbêjiyê weke "Hunereke ku rastiya jiyana civakî tîne ziman" pênase kir û ev tişt got: "Dengbêjî hunereke dengî ye ku êş, şer, evîn û bûyerên civakî vedibêje. Ev çand di nav xwe de wêjeyeke xurt jî dihewîne. Bi pêşketine hunera muzîkal re dengbêjî girîngiya xwe winda kiriye. Di nav çanda halxweş a modernîteya kapîtalîst de bi polîtîkayên pişaftinê girîngiya dengêjiyê kêm bûye û bi jibîrkirinê re rû bi rû ye. Lê xebatên me yên li dijî vê jibîrkirinê didomin."
XWEMALIYA GELÊ KURD
Ermîş, da zanîn ku li gelek bajaran li malên dengbêjian hunermendên nû digihînin û hewl didin çandê ji nifşan derbasî nifşand bikin û ev tişt anîn ziman: "Armanca me ya bingehîn jiyandina çanda dengbêjiyê ye. Her wiha em li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser ziman li ber xwe didin. Min xwe di dengbêjiyê de dît. Hîs dikim ku nasnameya min a çandî û civakî li wir çêbûye. Bi nêzbûna dengbêjiyê re xwe dibînim. Di hunera kurdî de cihekî girîng ê vê çandê heye. Dengbêj jiyan bi xwe ye. Di heman demê de yek ji qadên bihêz e ku li dijî pişaftinê li ber xwe dide. Gelê kurd jî xwe di dengbêjiyê de dibîne. Çanda kapîtalîst ciwanan dikişîne nav xwe. Di vê derbarê de divê ciwanên kurd baldar bin. Ciwanên kurd bi awayekî micid li xwe vedigerin û ronî dibin."