AMED - Muzîkjen Şêrko Kanîwar, derbarê lidarxistina konserên li avahiyên qeyûman û qedexekirina konserên kurdî de axivî û diyar kir ku hunera bi kurdî asteke polîtikbûnê ye û dewlet dixwaze bi populîzmê naveroka polîtikbûnê pûç bike û got: "Di nav civakê de rol û mîsyona hunermendan girîng e, divê hunermend rol û mîsyona xwe bi cih bînin."
Li Tirkiyeyê bi salan e li ser kurdan polîtîkayên pişaftinê tên meşandin û çand û zimanê kurdî tê qedexekirin. Hunermend jî di nav de gelek kesên ku li dijî van polîtîkayên pişaftinê têkoşiyan bi canê xwe bedel dan. Ji ber ku ev polîtîka hê jî didome têkoşîna hunermendên kurd a li dijî vê polîtîkayê jî berdewam dike. Gelek hunermendên kurd ên li ser vê xetê têdikoşin ji ber xebatên wan ên çandî ceza li wan hatine birîn û nîha girtî ne. Rexmî ku li bakurê Kurdistanê hê ev rewş neguheriye, hin şîrketên muzîkê bi qeyûman re ketin têkiliyê û xwestin vê rewşê berovajî nîşan bidin. Ji bo vê jî hin hunermendên kurd li navendên di destê qeyûman de derxistin ser dikê û bi wan konser dan. Lê pir dewam nekir û rastiya li dijî çand û hunera kurdî li bajarên Tirkiyeyê bi qedexekirina konserên hunermendên kurd xwe da der û rûyê reş û spî derxist holê.
Muzîkjenê kurd Şerko Kanîwar ku bi salan e li ser muzîka kurdî dixebite derbarê mijarê de axivî û nirxandinan kir.
'KURDÎ STRAN GOTIN BANGA AZADÎYA GELEKÊ YE'
Şerko Kanîwar, bi lêv kir ku kurdî stran gotin bi tena serê xwe sekneke polîtîk e wiha got: "Demekê dirêj e di nav hunermendên kurd de nîqaşên polîtikbûne hene. Hinek kes dibejên, 'Ez tenê hunera xwe dikim, stranên xwe dibejim karê min bi polîtîtbûnê tûneye'. Bi zanebûn van xistin nav hunermendên kurd. Ji wan re gotin ku tenê hûnera xwe bikin lê qala hebûn û tûnebûna kurdan nekin. Qala perwerdehiya zimanê kurdî nekin, qala azadiya gelê kurd nekin tenê bistirên. Vê jî bi xwe re populîzmê anî. Rast e kurdî dibeje lê sekna polîtik a qala azadiya civakê dike dûr xist. Xwezî hemû hunermendên kurd bi nav û deng bûna, populer bûna. Mixabin kurdî ne di wê astê de ye. Kurdî stran gotin banga azadiya gelekê ye."
'DIXWAZIN KURDÊN SPÎ AVA BIKIN'
Kanîwar, destnîşan kir ku dewlet dixwaze kurdên spî ava bike û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Du hefte ne qedexekirina konserên kurdî tê nîqaşkirin. Lê dema tu li daxuyaniya stranbêja ku konsera wê hatiye qedexekirin dinêrî peyveke wê ya kurdî nabînî. Sedema qedexekirinê kurdî û Kurdistanî ye. Herkes lê xwedî derdikeve. Hemû dinya wan hunermendan weke temsîla stranbêjiya kurdî pênase dike. Lê weke ku kesekê/î xwestiye konserekê bi zimanekê cuda bide lê hatiye qedexekirin. Dema hunermendê kurd populer bibe xetereya ku ji sekna xwe ya polîtikbûnê dûr bikeve dertê holê niha jî em wê dijîn. Niha Nûdem Dûrak çend sal in ji ber stranên kurdî di girtîgehê de ye nabe rojêv lê li aliye din konserên ku hatine qedexekirin dibine rojev. Yanî edî rojevbûn jî li gorî berjewendiya qada siyasetê dibe. Mixabin car caran siyaseta kurd jî dikeve vê xetereyê. Divê kurdî li ku hat qedexekirin bi sekneke kurdewar em bertek nîşan bidin. Ji ber ku qedexe li hemberî hebûna gelê kurd e."
'DIVÊ EM BERXWEDANÊ DENGÊ KURDÎ BILIND BIKIN'
Di berdewama axaftina xwe de Kanîwar, bal kişand ser konserên kurdî ku hatibûn qedexekirin û derbare qedexeyan de wiha aixivî: "Divê mirov pir ecepmayî nemîne ku konserên kurdî hatin qedexekirin. Jixwe kurdî ne serbest e çima ecepmayî dimîne? Zimanê kurdî li vî welatî bi salan e di mafê perwerdehiyê de qedexe ye, stranbejên kurd ji ber hûnera kurdî di girtîgehan de ne. Stranên kurdî berxwedana parastina çanda kurdî ne. Fîlmên kurdî, stranên kurdî û hûnera kurdî nayên wateye ku kurdî serbest e. Ew kesên ku hûnera kurdî dikin xemên wan hene ku çanda kurdî biparêzin. Neynûkên sitranbêjen kurd hatin rakirin ku careke din nekaribin li tenbûrê bidin. Ji ber wê divê em şaş nemînin ku konserên kurdî hatine qedexekirin û em vê rewşe jî normalîze nekin. Divê em bi avayekî berxwedana dengê kurdî bilind bikin."
'DIVÊ HUNERMEND JI GELÊ XWE HAYDAR BE'
Kanîwar, diyar kir ku kesên hûnerê dikin di nav civakê de mîsyonek digirin û divê mîsyona xwe bi cih bînin û wiha pêde çû: "Bi berhemên hûnerî şoreş ava bûne. Berhemên hûnerî bandor li şoreşê dinyayê jî kirine. Ji ber wê rola hunermendan girîng e. Hunermend hûnera xwe li kijan qadê bike divê ji rojevê ne qût be. Hay jî civaka xwe hebe, ji ber ku hûner ji nav civakê derdikeve. Hunermend ew e ku ji êşên civakê, zilma li ser gelê xwe haydar be. Ma heke tu guh û çavê xwe ji civakê re bigirî tu yê çi bibêjî? Divê haya te ji gelê te hebe. Heke gelê te bê qetilkirin, di zindanan de be, li kolanan di bin siya jopan de bijîn divê tu vê bibînî. Dema te dît jî divê tu xiz bikî, binivîsî, bistirî. Ji ber wê rol û mîsyona stranbêj, rewşenbîr û hunermendên kurd di vir de girîng e lê mixabin em hemû jî di vî warî de lewaz in. Lê tevî kemasiyan jî berxwedan jî heye, hemû qadên hûnerî hewl didin ku rênge xwe bidin şorêşa azadiya Kurdistanê."
'XIZMETA BÊ BÎR HIŞTINA CIVAKÊ DIKIN'
Kanîwar ji bo konserên ku li Amedê li avahiya qeyûm hatin lidarxistin de jî wiha got: "Stranbejên ku li avahiya qeyûm konseran didin xizmeta bêbîrhiştina civakê dikin. Wexta ku dest dan ser vîna gelê kurd û gotin, 'em we tiştekî nahesibînin, em ê li van deran rêvebêriyên bi yek zimanî û yek rengî ava bikin'. Wê demê edî tu nikarî wek rêzê qala wan avahiyan bikî. Kurdan berdel dan û dest xistin lê di şevikê de dest dan ser. Edî derfeta ku tu bi azad li wan deran hûnera xwe bikî nema. Edî naveroka wan avahiyan jî veguherî pişaftina çand û hûnera kurdî. Tu ji wir konserek bi kurdî derbixe jî ew nayê wê wateye ku kurdî serbest e ji ber ku ew avahî bûne kargehên pişaftinê. Ji aliyekî ve konserekê qedexe dikin ji aliyekê ve jî desthilat dibejê, 'werin hunermendên populîst konser li dar bixin'. Weke ku tiştek nebûye, hevşaredar ne di girtîgehe de ne û vîna gelê kurd nehatiye desteserkirin li van cihan lidarxistina konseran dibe xizmeta bêbîrhiştinê."
'BILA NE LI AVAHIYA QEYUM LI SÛKE KONSER BIDIN'
Kanîwar, di dawiya axaftina xwe de xwest ku hunermendên kurd xizmetê ji tiştên qal kir re nekin û gel jî neçe konserên bi vî rengî û ev bang li gel û hunermendên kurd kir: "Kesên ku ji xwe re dibêjin, ez welatparêz im, dema diçin wan konseran gelo difikirin ku şeredarê ku ji bo xizmetê ew avahî ava kiribûn ne li wir in? Gelo bi awayekî wijdanî nerehet dibin an nabin? Divê nerehet bin. Ji ber wê konser bi kurdî be jî divê temaşe nekin. Çawa bajarek ew qas bê bîr dibe. Avahiya bi navê Aram Tîgran bê girtin û nav bigûhere tu yê biçî li wir strana Aram Tîgran bibejî bê wateye. Ji ber ku rih tûneye ha te li goristanê gotiye ha li wan avahiyan. Hunermendên ku li wir konseran didin hebûna qeyum meşrû dikin. Banga min li wan hunermendane; keremkin werin Amedê bibêjin ku ji ber dest dane ser vî bajarî avahî tuneye ku ez konseran li dar bixim. Ez ê li filan sûke li filan parqê konser li dar bixim. Wê demê wê bi hezaran kes tev li konserên wan bibin."
MA / Mahmût Altûntaş