RIHA - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku qeyûm kelemçekirina îradeya civakê ye û xwest her kes li dijî pêkanîna qeyûman dengê xwe derxe.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol tayînkirina qeyûmên ser şaredariyê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê nirxand û bi bîr xist ku ew nexerîbên qeyûman in û serdemên berê jî şaredariyên wan ji aliyê qeyûman ve hatin birêvebirin. Ozbîngol da zanîn ku ev serdema sêyemîn e bi qeyûman re rû bi rû dimînin û di hilbijartina dawî de carek din gelê kurd ji qeyûman re got na.
Ozbîngol anî ziman ku desthilatdariyê destpêkê xwest qeyûm tayînî Şaredariya Wanê bike lê li ser berxwedana gel desthilatdarî neçar ma bi paş ve gavê biavêje û got ku qeyûm zext, yekperestî û rantxwariya li dijî gel e. Ozbîngol diyar kir ku ne pêkan e ew qeyûm û zîhniyeta qeyûm qebûl bikin.
'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVE’
Ozbîngol anî ziman ku tayînkirina qeyûman darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijartinê yê gel e û ji bo polîtîkaya qeyûman were pûçkirin divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve. Ozbîngol got: “Divê her kes xwedî li deng û şaredariya xwe xwedî derkeve. Em bang li gelê xwe dikin ku vê polîtîkayê bê bandor bike. Wê carek din jî qeyûm jî û polîtîkaya qeyûman jî têk biçin. Beriya her tiştî em îradeya gel esas digirin. Qeyûm di heman demê de kelemçekirina îradeya civakê ne. Di vî warî de wezîfe dikeve ser milê her kesî. Qeyûm siberoja civakê dixin metirsiyê. Divê di serî de rêxistinên hiqûqê û hemû sazî û dezgeh li dijî polîtîkaya qeyûman rabin. Qeyûm tayînî ser îradeya me hemûyan hatiye kirin. Divê her kes li ber qeyûman rabe û dengê xwe derxe.”
MA / Emrullah Acar