QERS - Helbetsvan-nivîskar Ayhan Erkmen ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî çîrokên kurdî vedibêje, diyar kir ku çîrok ruhê mirov baş dike. Ji bo ev çand bidome wê Erkmen gund bi gund bigere û çîrokan vebêje.
Şaredarê berê yê bajaroka Bazarcix a navçeya Dîgor a Qersê Ayhan Erkmen, li ser hesabê xwe yê youtubeyê çîrokbêjiyê dike û çîrokên kurdî vedibêje.
Erkemn, 4 salan li Qersê parêzertî kiriye û di sala 2009'an de bûye şaredarê Bazarcixê. Erkemn, 7 salan şaredarîtî kir û di sala 2013'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. 7 salan di girtîgehê de ma. Helbet û biyografiya Parêzer Abdûrrahman Alaca bi navê "Edo Dêran" weşand. Paşê bi navê "Şev û Deng" pirtûkek kurdî çap kir û niha jî li platformên medyaya civakiyî bi kurdî çîrokan vedibêje.
'JI ZAROKATIYA XWE VE ÇÎROKBÊJIYÊ DIKIM'
Erkmen, bilêv kir ku niha bala nifşê nû ne li ser çîrokê ye û hema bêje çîrokên kurdî nayên xwendin. Erkmen, anî ziman ku ji bo her çîrok kurt û kurmancî be ew vîeoyên sê deqîqeyî çêdike. Erkmen, anî ziman ku di her vîeoyê de ji gelek derdoran bertekên xweş digire û got: "Berê li gundan ceryan tune bû. Mal bê mêvan nedibûn. Li odeyên tarî tevî zarokan meseleyên dîrokî, çîrok, xeberojk dihatin vegotin. Degnbêj distriyan. Min Radyoya Êrîvanê tim guhdar dikir. Radyo, bîreke dewlemen li min peyda kir. Me jî çîrokên guhdar dikirin ji zarokên din re vedigot. Yanî ji zarokatiya xwe ve çîrokan vedibêjim. Biçim kuderê heval û hogirên min dixwazin çîrokan vebêjim. Êdî ez xwe wekî 'çîrokbêjekî' dibînim. Wisa bawer dikim ku çîrok ruhê mirov baş dikin. Niha li Ewropayê vegotina çîrokan mode ye. Lê em baş dizanin çîrokbêjî û dengbêjî aydê Kurdistanê ne. Kurdî li tevahiya cîhanê tê xeberdan. Stran tên gotin, lê çîrok nayên vegotin. Ji ber vê min got ez ê karibim vê yekê bikim. Min ji mirovan re got 'ez ê ji were çîrokan bêjim.' Ji ber li xweşiya mirovan diçe, ez jî kêfxweş dibim. Heta niha min di qenala xwe de 16 çîrok parve kirine. Niha di dest min de zêdetirî 100 çîrok hene. Tenê ne çîrokên mirovan, çîroka kevirekî, çîroka axê, çîroka kursiyekê jî vedibêjim."
Eekmen, bilêv kir ku wî di vîdeoya xwe ya bi navê "Ewladên Şîr Helal" de behsa êzidiyan kiriye û got: "piştî vê çîrokê kurdên êzidî yên li Rûsyayê jî ev çîrok parve kirine û ji ber vê li ser medyaya civakî bi sedan êzidî pêwendî pê re danîne. Erkmen, bilêv kir ku tim mirov malavayiya wî dikin û peyaman jê re rê dikin û ew jî ji ber van kêfxweş dibe. Erkmen, destnîşan kir ku ew ê çîrokên Casimê Celîl, Xelîlê Çaçan, Heciyê Cindî, Erebê Şemo jî parve bike. Erkmen bal kişand ser polîtîkayên asîmlasiyonê yên li ser zarok û ciwanan jî û got: "Di televîzyonan de bernameyên ne etîk tên çêkirin. Ji ber vê pir muhîm e divê em li zimanê xwe vegerin. Çi dibe bila bibe divê em bi kêfxweşî û hez bi vî zimanê baixivin. Wexta çîrokên kurdî vedibêjim nifşên nû dibêjin ma di kurdî de tiştekî wisa heye? Çi tiştekî êşbar e ku hayê zarokên me ji çanda wan tune ye."
'EZ Ê GUND BI GUND BIGERIM Û ÇÎROKAN VEBÊJIM'
Erkmen, anî ziman ku kurdî tenê bi kursan û dibistana pêş nakeve û got: "Li malê der barê kurdî de çi hebe divê malbat hoyî zarokên xwe bikin. Ziman dijî. Wexta ziman bijî tiştên bedew jî nîşanî te dide. Baba Tahirê Uryan dibêje; ''Her ew ku aşiqê ji can natirse/Aşiq ji zencîr û zîndan natirse/Dilê aşiq weke gurê birçî ye/Ku ew ji heyheya şivan natirse.' Zimanê me wekî behrê ye. Zimanê me li Rojhilata Navîn cînartiya hemû gelan û zimana kiriye. Ev deynê stuyê me hemûyan e. Di serî de jî deynê min e. Ez ê gund bi gund bigerim ez ê ji biçûk û mezinên kurd re çîrokan vebêjim."
MA / Ayşe Surme