ÎZMÎR - Nivîskar Îlhamî Çinar ku li dijî tecrîdê 142 rojan di greva birçîbûnê de ma, di dema çalakiyê de her çend rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû jî romanek nivîsand. Çinar, ragihand ku çavê wî yê rastê pir nabîne û tedawiya wî bi derengî tê xistin.
Nivîskar Îlhamî Çinar ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Şakranê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 142 rojan di greva birçîbûnê de ma, diyar kir ku bi awayekî rêk û pêk nayê tedawîkirin. Çinar, di nameya xwe ya ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand de, got: "Ji ber min di nav vê pêvajoyê de cih girtiye, kêfxweş im û şanaz im. Çavê min ê rastê pir xirab bûye, xwîn ji made û roviyên min dihat. Sê hefteyan di nav nivînan de mam. Yanî tu dibê qey em çûn aliyê din û hatin, lê me pir bawer dikir ku em ê bi ser bikevin."
Çinar, diyar kir ku di 26'ê Gulanê de bi bangawaziya Ocalan çalakiya xwe bi dawî kirine û ji wê rojê ve hewl didin veguherin jiyaneke asayî. Çinar, got: "Mixabin piştî grevê rewşa min xirabtir bû. Dilê min tu xwarinê ranagire û reaksiyonên alerjîk rû didin. Bi seroman têm tedawîkirin lê belê niha betlane ye. Her wiha ji ber min tedawiya bi kelemçe jî qebûl nekir min nikaribû seroman li xwe bixim. Madeya min pir biçûk bûye, bi qasî ya zarokekî. Loma ez ê bi mehan tenê tiştên avî vexwim. Ez ê emeliyat jî bibim, lê li benda başbûnê me. Problema min a herî mezin çavên min in. Êşa wê derbas nabe. Baş nizanim wê çavê min ê rastê baş bibe yan na. Ez ê hefteya borî biçim cem bijîşkê çavan. Niha hema bêje çavên min tim girtîne. Wexta çavên xwe vedikim, tîrên rojê lê dixin, wekî tu kêrekê lêbixî. Problema min ew e ku nikarim tiştekî bixwînim û binivîsim. Wexta êşa min hinekî sivik dibe nameyan dinivîsim. Hêvîdar im ev rewşeke demborî be û baş bibim."
Çinar, bilêv kir ku di dema çalakiya greva birçîbûnê de wî romanek jî nivîsandiye. Çinar, diyar kir ku wî di roja 127'an a grevê de roman nivîsiye û got: "Jixwe wê çaxê çavê min ê rastê pir lawaz bibû. Gelek hevaln got, xwezî te tiştek wisa nekirana. Lê min dizanibû ez ê di berxwedanê de bêhna dawî bibim û ev îhtimal zêde bû. Ji ber vê min xwest romana bi navê 'Sikrat' ku bi salan e min plansaziya wê kiriye binivîsim. Dema nivîsandinê min zehmetîd ikişand. Roj hebû min nîv rûpel û roj hebû min bi saetan dinivîsand. Lê wexta ketim nav nivînan min nikaribû xetekê jî binivîse. Di roja 127'an de dema min roman temam kir, wê çaxê ez ji bo her tiştî amade bûm. Belkî jî ev roman di dîroka wêjeyê ya cîhanê de romane yekem be ku di çalakiyeke grevaa birçîbûnê ya dûdirêj de hatiye nivîsand. Bi piranî di dema grevan de mirov naxwazin xetekê jî binivîsînin, nameyan jî bi zorê dinivîsînin. Lê nizanim ji ber çî ye di rewşên wisa de bêtir li ser xwe me."