DERSÎM - Beşdarên Mihricana Xweza û Çanda Mûnzûrê ya Dersîmê bertek nîşanî biryarên waliyan ên qedexekirina bernameyên çandî dan. Serokê DEDEF'ê Ali Haydar Ben, diyar kir ku kes nikare li ser navê civakê biryarê bidine û west şert û mercên demokratîk bên avakirin.
Komîteya Amadekar a Mihrîcana Xweza û Çanda Mûnzûrê ya Dersimê, têkildarî biryara walitiya Dersimê ya qedexekirina belgefîlma “Dayikên Şemiyê" û atolyeya LGBTÎ'yan, daxuyanî dan çapemeniyê. Komiteyê li ber avahiya Şaredariyê daxuyanî da. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Dilşat Canbaz, Dayikên Şemiyê, Malbatên Pirsûsê, Malbatênk 10'ê Cotmehê, Şaredarê Dersimê Mehmet Maçoglû û gelek welatî amade bûn.
Li ser navê komiteya amadekar Serokê Federasyona Komeleyan a Dersîmê (DEDEF) Ali Haydar Ben, bertek nîşanî biryara qedexekirinê ya Walîtiyê da û wiha got: "Bi salan e Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixistin. Niha jî li pêş ÎHD'ê çalakiyên xwe berdewam dikin. Tu mafê kesî tune ku li ser navê civakê biryarê bidin. Divê her gel û bawerî karibin bi aramî û hêsan xwe bînin ziman. Divê her kes karibe azad bi axive."
Ji Malbatên 10'ê Cotmehê Erdoğan Tedîk jî anî ziman ku ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha got: “Me soz dabûn xizmên xwe yên me ew winda kirin. Em ji bîr nakin û em nadin ji bîrkirin. Me di 5'ê Hezîranê de li Amedê, li Pirsûs û Enqereyê perçeyên zarokên xwe hiştin. Em êdî natirsin û emê tev bibin yek. Em kujeran baş nas dikin. Heta ev kujer bên dîtin û darizandin têkoşîna me wê bidomin."
Li ser navê malbatên Pirsûsê Fethi Aydin jî anî ziman ku komkujiya pêk hat birîna civakî ye û wiha got: "Em ê bi qasî hêza xwe li Pirsûs, Enqere, Amed û li her derê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin têkoşîna xwe berdewam bikin. Em her 20’ê Mehê li qada Kadikoyê çalakiyê li dar dixin. Em tu carî pişta xwe nadin zarokên xwe. Ew dijîn û di nava me de ne."
Dayika Şemiyê Masîde Ocak jî anî ziman ku ji bo windayan bibînin û kujeran bidin darizînin 24 salin têdikoşin û wiha got: “Baweriya hemû Dayikên Şemiyê ji hev cuda ne. Lê hemû ji bo windayan tên cem hev û li wir dibin yek. Hemû beweriyên cuda bi hevre ne. Li gorî qanûnên bingehîn û peymanên navneteweyî mafê me heye. Yek ji vî mafê me jî têkildarî windayênk xwe em daxuyaniyê bidin çapemeniyê û bi raya giştî re parve bikin. Lê rewşa niha em li hemberî wê li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye û mafê me îhlal dibe. Em 24 salin ji bo mafê xwe li kolanan in."
Ocak, anî ziman ku îro bi hevre li vir Ayaz û Nupelda yên bi hovîtî hatin kuştin bibîr tînin û wiha bi dawî kir: "Ji sala 1994’an ve em Dayikên Şemiyê dibêjin Dilek Serîn a 3 salî çi lê hat? Em dixwazin hesab bidin zarokên me."