Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş derket
- çand û huner
- 13:05 24/4/2020
Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş a bi navê “Bozkir Gulu (Gula Çolê)” derket. Aktaş di romanê de behsa çîroka gundekî kurd ku meleyek dişînin wir dike.
Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş a bi navê “Bozkir Gulu (Gula Çolê)” derket. Aktaş di romanê de behsa çîroka gundekî kurd ku meleyek dişînin wir dike.
Pira dîrokî ya Malabadê, çendî ku îsal ji ber şewba vîrûsa coronayê bêdengiyek xwe lê danîbe jî, lê belê bi xemla xwe û dîmena ku dide der mirov heyr û hejmekar dihêle.
Gihayê Zûzaxê ku li deverên qelaç ên navçeya Pasûrê şîn tê, yek ji berên bivênevê yên ser sifreyan e.
Xêzkar Mehmet Bogatekîn ku di Girtîgeha Tîpa T1 a Kandirayê de ye, bi xêzeke xwe bal kişand ser zêdebûna şideta li ser jinê.
Keleha Zerzevanê ya xwedî dîroka 3 hezar salî xistin Lîsteya Derbasdar a Mîrateya Dinyayê ya UNESCO’yê. Hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman got ew biryarê erênî dibînin û Sûrê bibîr xist û xwest UNSECO wezîfeya xwe bicih bîne.
Tevna Çand û Zimanê Kurdî ya bi armanca parastin û pêşxistina zimanê kurdî ku bi gefa pişavtinê re rû bi rû ye hat avakirin, li ser meyda dîjîtal dest bi weşanê ki. Her heftê bi mijarên cuda weşana zindî dike.
Stranbêj û Mamosteyê Mûzîkê Bêwar Tekbaş, diyar kir armanca wî stranên kurdî yên nayên zanîn û guhdar kirin bêje û bide naskirin û got: “Heke em li çand û zimanê xwe xwedî derkevin û bi parêzin dê çand û zimanê me her gav zîndî bibe.” Tekbaş anî ziman ku hemû endamên malbata wan bi hunerê eleqeder dibin.
Hunermend Erkan Benlî ku di dema qedexeya derketina derve de li Nisêbînê hat girtin û cezayê mubeta giran û 20 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, nameyek şand.
Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî, pirtûka “Qehremanê min tu yî” ji bo zarokan ku li dijî Kovîd-19 li ber xwe didin wergerî zimanê kurdî kir.
Kilambêj Hemecan di van rojên vîrûsa koronayê de ku li malê dimîne, her êvar derdikeve şaneşîna mala xwe û ji cîranên xwe re kilaman dibêje.
46 hunermendên Kurd vê carê ji bo giriyên di zindanê de strana "Zindana Diyarbekîr” strîn û xwestin girtî bêne berdan.
Yek ji cihên sembol ên çand û hunerê yê Kadikoyê Sînema Rexx hat girtin
Rêxistinên şanoyê yên Teatra Jiyana Nû, Şanoya Bajar A Amedê, Tiyatro Mencel û Şanoya Yekta Hêvî, bi minasebeta 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê daxuyanî dan û Roja Şanoyê pîroz kirin.
Çîrokbêj Ayhan Erkmen, gazî mirovên ku ji ber vîrusa coronayê ji bêgavî de dil mal de dimîn kir û ji wan xwest çîrokan guhdar bikin û çîrokan vebêjin.
Komên şanoyên kurdî, daxuyandin ku ji ber şewba coronayê ew ê hin lîstikan amade bikin û li ser medyaya civakî parve bikin.