Zimanê kurmancî, dengbêjî û kemaçe wî dike muzîkologê kurdî
- çand û huner
- 09:25 02/9/2020
Akademîsyenê antropolojiyê û muzîkolog Dr. Argûn Çakir ê ji Mûglayê ewilî fêrî kurdî dibe û pişt re jî dide pey şopa çand û hunera kurdî. Çakir li ser dengbêjî û amûr û muzîka ribabê (kemaçê) dikeve. Ew li herêma Torê salek li ser kemaçê lêkolînê dike. Ew du masterên xwe û doktroya xwe li ser dengbêjî û muzîka kemaçê amade dike. Çakir got meraqa wî ya ji bo çanda kurd wî aniye vê astê.