Derhênerê Kaçiş: Li herêma şer mirin ji jiyanê zehmetir e
- çand û huner
- 09:47 18/4/2018
Derhênerê fîlmê “Kaçiş” (Rev) Kenan Kavût ku di fîlmê xwe de çîroka koçberekî sûriyeyî yê di şer de malbata xwe winda kiriye û ji welatê xwe koç kiriye vedibêje got: “Îktîdar mirovên bêguneh ber bi şer ve hêl dikin. Li erdnîgariyeke ku şer lê hebe, mirin ji jiyanê zehmetir e.”